‘Heta pêkanîna edaleta civakî û Sûriyeya azad û demokratîk em ê li ber xwe bidin’

Şêniyên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê bang li Koalîsyona Navdewletî û NY`yê kir ku li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bisekinin. Şêniyan destnîşan kir ku heta pêkanîna edaleta civakî û Sûriyeya azad û demokratîk ew ê li ber xwe bidin.

Bi dirûşma “Bi ruhê 14`ê Tîrmehê em ê xiyanetê û dagirkeriyê têk bibin”, rêveberiya navçeya Til Temirê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştgiriya berxwedana Hêzên Parastina Gel li Heftanîn a başûrê Kurdistanê meşeke girseyî organîze kir.

Meş ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li navçeyê dest pê kir. Bi sedan şêniyên navçeyê û endamên saziyên sivîl tev li meşê bûn.

Meş ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan ve dest pê kir û li Kolana Filistînê ya navçeyê bi dawî bû. Şêniyan alên Hêzên Sûriya Demokratîk, YPG, YPJ, Kongreya Star û wêneyên zarokên qurbaniyên komkujiyên dewleta Tirk hildan. Her wiha sloganên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û piştgiriya berxwedana Heftanînê berz kirin.

Meş li Kolana Filistînê rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demorkatîk (PYD) Şêxmûs Ehmed axivî û soza berdewamkirina berxwedanê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û başûrê Kurdistanê da.

Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk naxwaze gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav ewlehiyê de bijîn. Dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi alîkariya çeteyan mînaka vê yekê ne û got: “Îro jî êrişî herêma Heftanînê û herêmên din ên başûrê Kurdistanê dike.”

Ehmed îşaret pê kir ku artêşa Tirk a dagirker ji êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê armanc dike sazûmaniya Osmaniyan ji nû ve vegerîne û hegemonyaya wê ferz bike. Ehmed wiha pê de çû: “Lê gelê herêmê bi yekitî û hevgirtina xwe di bin ala şehîdan de li hember êrişên dewleta Tirk û tevahiya êrişên derve, li ber xwe die. Çendîn fîtne di nav pêkhateyên herêmê de belav bikin em ê tevahiya astengiya derbas bikin û komployên wan têk bibin.“

Di dawiya axaftina xwe de Ehmed bang li Koalîsyona Navdewletî û YN`yê kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bisekinin, alîkariya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin, ji bo destkeftiyên ku bi xwîna şehîdên xwe bi dest xistin biparêzin. Ehmed got heta pêkanîna edaleta civakî û Sûriyeya azad û demokratîk dê berxwedana wan bidome.

Meş bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana têkoşeran û şehîdan bi dawî bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din