Heta niha li Reqayê 5 hezar cenaze ji gorên komî hatine rakirin

Tîma Bersivdana Destpêkê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê xebatên derxistina cenazeyên ji gorên komî yên herêma Fexîx didome. Hate diyar ku ji destpêka rizgarkirina Reqayê heta niha 5 hezar cenaze hatine rakirin.

Ji destpêka rizgarkirina bajarê Reqayê (20‘ê Cotmeha 2017‘an) ve, Meclisa Sivîl a Reqayê erka jinûve avakirina bajêr girt ser xwe. Tîma Bersivdana Destpêkê ya girêdayî meclisê xebatên rakirina cenazeyan ji gorên komî didomîne.

Gora komî ya li devera Muesker Telayî El-Baas ji mezintirîn gorên ku di demên dawî de hatiye dîtin e. Endamên Komîteya Bersivdana Destpêkê piştî rakirina cenazeyan û komkirina agahiyên girêdayî cenazeyan bi rêbazên şerîî defin dikin. Li gorî komîteyê ji destpêka rizgarkirinê û heta niha 5 hezar cenaze ji gorên komî hatine derxistin. Piraniya wan ên çeteyan bûn û yên sivîlan jî hebûn ku ji aliyê DAIŞ‘ê ve hatine, qetilkirin.

Gorên komî rastiya hovîtiya DAIŞ‘ê eşkere dikin

Çeteyên DAIŞ‘ê dema bajarê Reqayê dagir kirbûn, sûcên herî hovane li dijî sivîlan dikirin. Gorên komî yên li Panorama, herêma Fixêxa û Muesker Telayi El-Bas rastiya hovîtiya DAIŞ‘ê ya desteka xwe ji Tirkiyê digire, eşkere dike.

Rêveberê Tîma Bersivdana Destpêkê Yasir El-Xemîs agahî dan ajansa me û wiha got: “Tîma Bersivdana Destpêkê xebatên xwe rojane pêk tîne. Heta niha ji gora Telayi ya herêma Fixêxa ya li rexê başûrê Çemê Firatê 660 cenaze rakirine.”

Yasir destnîşan kir zêdeyî 700 cenaze ji aliyê  şêniyan ve hatine naskirin.

Yasir El-Xemîs got: “Piştî bidawîbûna kar li Muesker Telayi El-Baas dê di gora komî ya Meqes a herêma Kisrat de bixebitin.”

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din