​​​​​​​Heta niha 78 kesan di teqîna li Beyrûtê de jiyana xwe ji dest daye

Hejmara qurbaniyên her du teqînên ku duh li bendera Beyrûtê rû dabûn, gihaşt 78 kesan û nêzî 4 hezar kes jî birîndar bûn. Rayedar û rêveberên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û hêvî kir ku gelê Lubnanê bi hêz û îradeya vê zehmetiyê derbas bike.

Duh li bendera Beyrûtê du teqînên pir mezin pêk hatin û sedema wan heta niha ne diyar e. Li gorî daneyan ku nêzî 78 kesî jiyana xwe ji dest daye û nêzî 4 hezar kes birîndar bûne. Meclisa Bilind a Parastinê ya Lubnanê di civînekê de ku duh li Beyrûtê hat lidarxistin, bajarê Beyrûtê wek “bajarê wêrankirî" ragihand.

Meclisa Parastinê diyar kir ku aliyekî leşkerî bilind dê ji bo berpirsyariya ewlehiya Beyrûtê were erkdarkirin û got divê şaneya rêveberiya aloziyê were avakirin. Meclisê komîteya lêpirsîna her du teqînan ava kir. Her wiha îşaret bi girîngiya ku ceza li berpirsên teqînê were ferzkirin, kir û got hebûna 2 hezar û 700 ton ji madeya amonyûmnîtratê nayê qebûlkirin.

Têkildarî mijarê, endamê Desteya Rêveber a PYD`ê Aldar Xelîl li ser Twitterê sersaxî ji malbatên qurbaniyan û gelê Lubnanê re û hêviya başbûnê ji birîndaran re xwest û wiha got:  "Tişta ku li Lubnanê çêbû pir bi êş e. Divê em bi Lubnan û gelê wî re bisekinin. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê Lubnanê re dixwazin, şîfaya acil ji birîndaran re. Hêviya me ye ku aramî û ewlehî li Lubnanê pêk were û gelê Lubnanê bi hêz û îrade vê zehmetiyê derbas bike."

Her wiha seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed jî li ser Twitterê ev wiha nivîsî: "Bûyera li Beyrûtê pir bi êş e. Em sersaxiyê ji gelê Lubnanê re dixwazin û şîfaya acil ji birîndaran re."

(bx)

ANHA


Mijarên Din