Heta niha 6 hezar û 500 metre çargoşe zift li rêyên Qamişlo hate rijandin

Şirketa Zagros a ziftkirina rêyan 6 hezar û 500 metre çargoşe zift li ser rêyên bajarê Qamişlo rijand û hîn kar didome. Tê payîn ku li gorî peyamana di navbera şirketê û şaredariyên Qamişlo de di dawiya meha Îlonê de çêkirina rêyên bajêr bidawî bibin.

Şaredariyên bajarê Qamişlo di 23`ê Nîsanê de ji bo sererastkirin û ziftkirina rêyên bajêr bi şirketa Zagros re, peyman îmze kirin. Di 1`ê Gulanê de jî dest bi kar kirin. Tê payîn ku di destpêka meha Îlonê de çêkirina rêyan bidawî bibe.

Ziftkirina rêyên li bajarê Qamişlo ji ketina aliyê rojhilatê bajarê, ji rêya taxa Enteriyê ya Çerxerêya Şehîdên Enternasyonalîst heta Çerxerêya Depoyan destpê kir. Herêmên ku ji aliyê rojhilat ve hatin ziftkirin (kolana El-Hîzam a ji Çerxerêya Şehîdên Enternasyonalîst heta şirketa Sazab, ji kolana Ebo Kemal heta Goristana Şehîd Delîl Saroxan, ji kolana Kaziya cotkaran a başûrê Meclisa Malbatên Şehîdan heta kolana başûrê Goristana Şehîd Delîl Saroxan û ketina rojhilatê bajarê Qamişlo).

Heta niha 6 hezar û 500 metre çargoşe zift hatiye raxistin

Li gorî ku şirketa Zagros diyar kir, heta niha 6 hezar û 500 metre çargoşe ziftê li navçeya rojhilat û rojavayê bajarê Qamişlo hatiye raxistin. Heta niha jî karê ziftkirinê berdewam e. Herî zêde rêyên navçeya rojhilat hatine sererastkirin. Ev rê jî ev in; Rêya sereke ya taxa Enteriyê, rêya taxa Erbawiyê, kolana taxa Mezre Siryan, rêya Qûdirbeg, Cirnik, taxa Bişêriyê û Aşûriyê. Zift bi qalindiya 12 cm hatiye rijandin. Li navçeya rojava jî rêya Qamişlo- Amûdê hate ziftkirin, ji Çerxerêya Şehîd Rûbar heta Çerxerêya Osman Sebrî.

Kolanên ku li navçeya Rojhilat têne ziftkirin, kolana pira taxa El-Cûdî û pira li hember wê, her wiha hin kolanên ku zêde xirab bûne. Ev rê bi dirêjiya 490 metre ne.

Li gelek rêyên şaxî yên navçeya rojhilat ku zêde ziyan nebûne û hîna xetên kanalîzasyonê lê nehatine siwarkirin bi kevirên hûr hatin raxistin. Ev rê jî ev in; taxa Cûdî aliyê bakur, Cûdî aliyê başûr, Meyselûn, Cirnik, Enteriyê, Zeytûniyê, Qûdîrbeg, Bişêriyê, taxa Aşûriyê, Mezrê, Siryan û Erbawiyê.

Hevseroka şirketa Zagros Reşa Derwîş, da xuya kirin ku li gorî peymana di navbera şirketê û şaredariyan de destpêkê dest bi rêyên giştî kirine. Reşa Derwîş destnîşan kir ku karê wan didome, tê payîn ku hemû rêyên bajarê Qamişlo di destpêka meha Îlonê bidawî bibin.

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din