‘Heta ku Tirkiye li Sûriyê be, dê çeteyên DAIŞ’ê tevlîheviyan derxin’

Civaka navdewletî heta niha ji bo dadgehkirina çeteyên DAIŞ‘ê yên di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dengê xwe dernexitiye. Ji ber vê di girtîgehan de tevlihevî çêdibin. Çavdêr diyar dikin ku heta Tirkiye li ser xaka Sûriyê be, dê DAIŞ tune nebe û tevlîheviya di girtîgehên ku çeteyên DAIŞ’ê têde ne de bi dawî nebe.

Di pêngavên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) yên li dijî çeteyên DAIŞ‘ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi hezaran çete hatin girtin. Ji bo çeteyên DAIŞ 16 girtîgeh hatin veqetandin ku  tê de zêdeyî 19 hezar çete ji 55 nasnameyên biyanî hene. Ev girtîgeh li ser pişta Rêveberiya Xweser bûne bar.

Di heman demê de eger ev çete ji girtîgehan birevin dê xeteriyek mezin li ser şêniyên herêmê û cîhanê çêbikin.

Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di 9‘ê Cotmeha 2019‘an de dest pê kirine, ku di wan êrişan de girtîgeh jî hatin hedefgirtin, di girtîgehên ku çeteyên DAIŞ’ê têde tevlîhevî çêbûn.

Hêzên Sûriya Demokraîtk di 11‘ê Cotmeha 2019‘an de bi daxuyaniyekê ragihand, dewleta Tirk a dagirker girtîgehên ku çeteyên DAIŞ’ê têde ne dike hedef û ji ber wê jî 5 çeteyên DAIŞ’ê reviyan e.

Di dîroka 13‘ê Cotmeha heman salê de çeteyên DAIŞ‘ê girîgeheke çeteyan li navçeya Eyn Îsayê şewitandin. Ji ber vê yekê 785 DAIŞ‘î û malbatên wan ji kampê reviyan û ber bi herêmên dagirkirî yên derdora Girê Spî ve çûn. Ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê dewleta Tirk wekî tekane parêzvanê xwe dibînin.

‘DEMA ÇETEYÊN DAIŞ’Ê BIREVIN AN BER BI TIRKIYÊ, YAN JÎ BER BI HERÊMÊN SÛRIYÊN ÊN KU TIRKIYÊ DAGIRKIRINE VE BIÇIN’

Berpirsê berê yê di Pentagonê de û lêkolînerê Instituteye Enterprise ya Amerîkî (AEI) Michael Robin ji ANHA‘yê re axivî û got: "Heger  çeteyên DAIŞ‘ê yên di girîgehên girêdayî QSD‘ê de birevin, dê yekser birevin Tirkiyê, yan jî herêmên Sûriyê yên di bin serweriya Tirkiyê û hêzên girêdayî wê de. Heger xwe gihandin Tirkiyê an jî hêzên girêdayî wê dê careke din werin biçekkirin û ji bo qadên şer ên Sûriyê, Iraq an jî Lîbyayê werin şandin."

‘ÇETEYÊN DAIŞ‘Ê BI TEVLIHEVÎ Û TEXRÎBÊ NIKARIN BIREVIN‘

Berdevkê fermî yê QSD‘ê Kîno Gabrîel jî li ser tevliheviya ku çeteyên DAIŞ‘ê di demên dawî de di girtîgehan de derxistin,  ji ANHA‘yê re axivî û got: "Bi giştî rewşa di girîgehên taybet ên terorîstên DAIŞ‘ê tê de ne hinekî aram e. Lê di demên dawî de gelek hewldanên tevliheviyê di girtîgehên Hesekê de çêbûn. Belê di van hewldanan de teorîstekî jî nikarî bireve."

Girîgehên ku tevlihevî lê derketin, ya bi navê Sînaa ye. Piştî ku çeteyên DAIŞ‘ê di baregeha dawî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de têkçûn heta niha 5 caran tevlihevî di girîgehê de çêbûye.

Berpirsê girtîgeha Sînaayê Rûbar Hesen jî got: “Di girîgehê de zêdeyî 5 hezar çeteyên DAIŞ‘ê yên bi nasnameyên biyanî hene. Ev çete di pêngava rizgarkirina Reqa "Paytexa Xîlafetê" û bajarokê Baxozê yê bejahiya rojhilatê Dêrazorê de hatine girtin. Çeteyên di vê girtîgehê de yên herî xeternak in.

Çeteyên DAIŞ‘ê texrîb û tevliheviyê derdixin, deriyên hesin û kamereyên çavdêriyê bi textên xewê dişkînin, di korîdoran de kom dibin û diruşmeyên DAIŞ‘ê berz dikin. Her wiha êrişî şervanên QSD û zerêvanên girtîgehê yên ku xwarinê didin wan, dikin.”

Heman demê de Gabrîel hinek detayên din ên tevlîvehiyê eşkere kir û got: “Çeteyên DAIŞ‘ê bi van tevlîheviyan dixwazin zextê bikin da ku çarenûsa xwe bizanibin. Di tevliheviya dawî de hêzên me û Koalîsyona  Navneteweyî nêrîn û daxwazên wan guhdar kirin."

 ‘KOALÎSYONA NAVNETEWÎ JI BO AVAKIRINA DADGEHEKE NAVDEWLETÎ XEMSAR E‘

Hîn nakokî û nîqaşên rojavayî yên derbarê çawaniya nêzîkbûna bi dosyaya girtiyên DAIŞ‘î yên li Sûriyê re berdewam e. Di civîna dawî ya di navbera welatên Koalîsyona Navnetewî de, ya ku 14‘ê Mijdara borî de hatibû lidarxistin, derket ku ji avakirina dadgeha navdewletî li Sûriyê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ xemsar in. Li aliyekî din jî dewlet ji vegerandin û dadgehkirina welatiyên xwe yên li Sûriyê û Iraqê  di nava DAIŞ‘ê de, ditirsin.

Berdevkê leşkerî yê Koalîsyona Navnetewî Miles Ciggins di civîneke çapemeniyê de derbarê çarenûsa girtiyan a piştî êrişên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê gotibû: “Vegera girtiyên DAIŞ‘ê yên li Sûriyê ji welatên xwe re, ji bo civaka navnetewî rageşiyeke mezin e.” Ciggins bang li civaka navdewletî kiribû ku derbarê vê mijarê de helwesteke navdewletî bide.

‘HETA NIHA TU PÊŞKETIN DERBARÊ HELWESTA NAVDEWLETÎ DE TUNE YE‘

Gabrîel daxuyand ku heta niha derbarê dosyaya DAIŞ’iyên girtî de tu pêşketin di helwesta dewletên koalîsyonê û yên din de  tune ye. Ne ji bo wergirtina wan ne jî ji bo darizandinê.

Gabrîel wiha domand: "Di vê mijarê de heta niha tu pêşketin çênebûne. Rewş hîna wekî xwe ye. Lihevkirina li ser vê mijarê divê ne tenê di navbera dewletên koalîsyonê de be, di heman demê de  divê bi dewletên têkildarî re jî hebe. Mijar ne tenê ya wergirtina hemwelatiyên di nava DAIŞ‘ê de ye. Ji wê zêdetir divê bighêjin lihevkirina dadgehkirina wan terorîstan."

Berdevê QSD‘ê anî ziman ku dadgehkirina wan terorîstan ji bo pêkanîna edaletê beşek bingehîne û wiha axivî: “Darizandina wan terorîstan beşek sereke ji armancên me ye. Ji bo edaleta ji hemû welatiyan çi Sûrî be yan jî Iraqî be, yan jî dewletên din ên ku ji ber sûcên DAIŞê ziyan dîtine."

Ji bo rê li ber xeteriyên çeteyên DAIŞ‘ê were girtin, tişta ku QSD ji Koalîsyona Navnetewî dixwaze çete nikaribin vegerin. Gabrîel diyar kir ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, da ku ew bikaribin li gor asta xeteriya çeteyan girtîgehan ava bikin. Gabrîel destnîşan kir ku navend û girtîgehên heyî ne li gorî terorîstên evqas xeternak in.

Kîno Gabîel destnîşan kir ku xebatên xurtkirin û bilindkirina asta parastina girîgehan tê kirin û got: "Niha ji wê zêdetir em nikarin tiştekî bikin, pêwîste lihevkirinekê bi Koalîsyona Navnetewî re pêk were ku tedbîrên xurttir werin girtin. Xwe bighîne civaka navdelwetî ji bo çareseriyeke bi lez ji vê dozê re bişbîne."

‘HETA TIRKIYE LI SÛRIYÊ BE, DÊ AŞTÎ Û BIDAWÎBÛNA DAIŞ’Ê NE PÊKAN BE‘

Michael Robin diyar kir ku heta Tirkiye li ser xaka Sûriyê be, ne pêkane ku aştî pêk were an jî DAIŞ bi dawî bibe. Robîn got: “Divê civaka navdewletî têbighêje ku ferqa daxwaza Tirkiyê ya li Sûriyê avakirina herêmek ewle û daxwaza Talîbanê ya salên beriya êrişa 11 Îlona 2001’an a mîsogerkirina El-Qaîde de nîne.”

 Robin xemsariya Koalîsyona Navnetewî ya li hember dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rexne kir û got: "Dewletên koaslîyonê sîst bûn, ji ber dizanîn ku Hêzên Sûriya Demokratîk li xetên pêş in. Ev tê wateya bêpirsyariyê. Mijara bêpirsyariya li hemberî terorê heta demek dirêj taybetmendiya Ewropayê bû û bi awayekî zêdetir bû taybetmendiya Amerîkayê."

Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkariya Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ‘ê di 23‘yê Adara 2019‘an de serkeftina leşkerî ya li dijî çeteyên DAIŞ‘ê li bajarê Baxozê yê Dêrazorê ragihand.

Di girîgehên QSD‘ê de zêdeyî 19 hezar çeteyên DAIŞ‘ê yên Sûrî, Iraqî û biyanî hene. Her wiha zêdeyî 19 hezar û 225 malbatên DAIŞ di kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne.

Di dawiya Cotmeha 2019‘an de, di encama çalakiyeke hevbeş a QSD û koalîsyonê de lîderê DAIŞ‘ê Ebû Bekir El-Bexdadî li herêmeke girêdayî Idlibê ku di bin dagirkirina Tirkiyê de ye, hate girtin. Çeteyên DAIŞ‘ê beriya ku têk biçin bi çend rojan qeydeke deng weşandibûn, tê de gotibûn ew ê tola xwe ji Kurdan hilînin û êrişan li welatên rojava pêk bînin.

ANHA


Mijarên Din