‘Heta ku tecrîdkirina Rêber Apo bi dawî nebe li Tirkiyeyê tu carî demokratîkbûn pêk nayê’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik mijarên di rojevê de nirxandin. Bayik bal kişand ser astengkirina hevdîtinên bi Ocalan re yên piştî hilbijartinê û got, "Heta ku tecrîdkirina Rêber Apo bi dawî nebe li Tirkiyeyê tu carî demokratîkbûn pêk nayê.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik mijarên di rojevê de nirxandin. Bayik; Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, siyaseta li Tirkiyê, Fermana 3’ê tebaxê, Dagirkirina Başurê Kurdistanê, Gefên dewleta Tirk yên li ser Bakur-Rojhilatê Surî û hevrakişandina di navbera Amerîka-Îranê û çareseriya xeta sêyemîn ji ajansa Anf’ê re nirxand.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik tecrîda li Îmraliyê û pirsgirêkên li Tirkiyeyê nirxand. Bayik bal kişand ser rawestandina hevdîtinên bi Ocalan re û diyar kir, "Rêber APO çi got; piştê hilbijartinên 23’ê Hezîranê wê rewş diyar bibe. Wê hevdîtin berdewam bikin an jî wê berdewam nekin. Got, wê di mehekê de diyar bibe û diyar bû. Hevdîtin berdewam nakin.

Siyaseta berê dimeşînin û hîn bi xurtir dimeşînin. Hem qanûnên navneteweyî, hem qanûnên xwe, destûra xwe ya bingehîn dane ber lingan. Wezîrê Dadê çi digot; 'li pêşiya hevdîtînê ti astengî nînin, dikarin hevdîtinan çêbikin'. Wan bi xwe got. Lê feqet piştî hilbijartinê axaftinê xwe, dan li ber lingan. Ew axaftina ku kirin derket holê ku ew hevdîtinên beriya hilbijartinê destûra wê dan bi temamî ji bo armancên xwe kirine. Bi temamî şerekî taybet dimeşînin. Dixwazin gelê Tirkiyê bixapînin, gelê Kurd bixapînin, mirovatiyê bixapînin. Ji xwe karekterê Erdogan-Bahçelî derew e û xapandine. Li ser vê esasî xwe dimeşînin. Niha Ew li ser Rêber APO tecrîdê ku dimeşînin. Ne tenê li ser şexsekî tecrîd meşandin e. Di kesayetê Rêber APO de li gelê Kurd, gelê Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê, yên ku li dijî faşîzmê ne, tecrîd tê meşandin. Heta ku tecrîd li ser Rêber APO ranebe, li Tirkiyeyê ti carî demokratîkbuyîn pêk nayê. Ti carî pirsgirêkên şer çareser nabin. Ti carî pirsgirêkên aboriyê, civakî û siyasî çareser nabin. Erdogan-Bahçelî çi digotin; 'Heke li Tirkiyê pirsgirêka aboriyê heye, krîza aboriyê heye, sedema wê şer e, şer îzah dikirin. Digotin; 'hûn dizanin fişek, bombe, fiyetên wan çi ye'. Ji gel re eşkere digotin; 'hûn lazime pirsgirêkên aboriyê neynin ziman. Hûn lazime li pişt şer bisekinin. Em şer dimeşînin hûn jî lazime vê qebûl bikin. Pirsgirêkên şer di encam de çiqas giran dibin bila bibin lazime hûn li ser van qet neaxivin'. Ev eşkere digotin. Ji bo wê gelê Tirkiyê tevahî, quwetên azadî û demokrasiyê, ewên ku li dijî faşîzmê ne, lazime zanibe ku ew pirsgirêkên li Tirkiyê heye, siyaseta vê desthilatdariyê ye. Gelen Tirkiyê li dijî faşizmê, ewên ku dixwazin li Tirkiyê demokratîkbuyîn pêk were divê li dijî siyasetên wan bisekinin. Ev siyaset ti carî şer ji holê ranake. Li cihekê şer hebe, her pirsgirêk hene. Li Tirkiyê ew pirsgirêk tên rû dane hemû encama siyaseta li ser Kurdan e. Heta ku der barê Kurdan de zîhniyeta wan neyê guhertin, zihniyeteke demokratîk ji xwe re esas wernegirin, li ser vî easî di xwe de guhertinê çênekin wê her tim li ser Kurdan şerê qirêj bimeşînin. Wê dagirkerî û qirkirinê bimeşînin. Wexta ku ev siyaset li ser Kurdan bê meşandin wê li ser Rêber APO tecrîd berdewam bike. Wê ew zilm li ser gelê Tirkiyê, berdewam bike. Pirsgirêk wê rû bidin, pirsgirêk wê giran bin. Vê rastiyê lazime her kesek zanibe. Heke li Tirkiyê faşizm ewqas xwe rêxistin dike, dixwaze xwe bi temamî bi cih bike, hemû destûr û qanûna ji holê radike sedema wê siyaseta li dijî Kurdan e. Heke li ser Rêber APO tecrid tê meşandin, ew siyaseta li ser Kurdan meşandin e. Ew siyaset tecridê dixwaze, zilmê dixwaze ku bikaribin Kurdan ji holê rabikin. Bi navê Kurd û Kurdistan çi hebe li gel wan sûc e. Li gorî wan Rêber APO sûcekî mezin kiriye. Çima? Ji ber ku li Kurdan xwedî derketiye. Li gelan û hêzên demokrasiyê xwedî derketiye û ji bo wê têokşiya ye. Ji bo wê li ser Rêber APO wê wehşet û zilmê dimeşinînin, lazime her kes vê baş fam bike. Ewên ku dixwazin li Tirkiyê aştî, aramî çêbibe, pirsgirêk çareser bibin, rêka wê jî bidawîkirina tecrida li ser Rêber APO.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Bayik der barê siyaseta Erdogan-Bahçelî de got, " Niha Erdogan-Bahçelî di roja me de siyaseta îttîhat terakî dimeşîne. Çawa ittihat terakî ji bo Osmanî belav nebe siyasetek dimeşand ji bo wê siyaseta îslam-Tirk ji bo xwe esas wer girtibû, dixwest  vê siyaseta Osmanî li ser piyan bihêle, ji bo wê ne Tirk be ne îslam bibe di qetlîamê de derbas dikir, niha Erdogan-Bahçelî vê siyasetê ji bo xwe esas digrin, bi rêve dibin. Îttihat terakî di şerê yekemîn ê cihanê de di wan şert û mercan de ew zihniyet afirand. Gelên Rum, Pontus, Ermen, Suryan ev hemî di komkujiyan de derbas kirin. Li ser van qetlîaman re dixwestin koka Kurdan biqelînin. Ji bo bikaribin netewe dewlet ava bikin.  Çawa Enwer Paşa Talat Turan wan qirkirina gelan kirin, ji bo bikaribin dewlet neteweke Tirk ava bikin, di roja me ya îro de Erdogan-Bahçelî wê siyasetê dimeşînin. Li ser Kurdan dixwazin qetlîaman pêk bînin. Îro jî li dinyayê şerekî mezin diqewime. Dibêjin 'di nav vî şerî de em dikarin hedefên xwe bi rihetî pêk bînin'. Heya ku Kurd hebin dibêjin 'em nikarin netewe dewleta Tirk bi serbixin. Kurd ji bo wan astengiyê çêdike. Ew gelên ku me di qirkirinê de derbas kirin Kurd dixwazin wan ji nu ve zindî bikin'. Ji bo wê li ser navê Kurd û Kurdistan çi heye dixwazin ji holê rabikin. 'Ji bo em bikaribin netewe dewlet cardin ava bikin, di şerê cihanê de ew xaka di dema Osmaniyan de ku me wenda kiriye em dikarin hinek bi dest bixin'. Dibêjin; em dixwazin carek din Misakî- Mîllî çêbikin. Ji nakokiyan sud werbigrin. Em di hedefên xwe de Kurdan ji holê rakin hem jî di hedefên xwe de dewleta xwe mezin bikin. Ew Kurdistana di deste Osmaniyan de çi li Rojava çi jî li Başûr em dikarin tevlê xwe bikin. Li ser vê bingehê dixwazin xwe carek din li Rojhilata Navîn xwe bi hêz bikin. Di vê çarçoveyê de şer dikin. Piştê Hilbijartinên 23’ê Hezîranê ew siyaset bi xwirt dan pêşiya xwe, çima? Ji ber ku derbeyekî mezin xwarin. Lewaz ketin, ji bo lewaziyên xwe veşêrin, ji bo quwetên demokrasiyê li hember faşîzmê nîqaşan neke, tevgerên  demokrasiyê xwirt neke, dawiyê li wan neyne, zilm  û şer ji bo xwe esas wergirtin. Ji bo hem pêşiya lewaziyên xwe bigrin, ji bo bikaribin pêşiya tevgera demokrasiyê bigrin dixwazin bi şer deshilatdariya xwe berdewam bikin. Li Tirkiyê dixwazin carekî din nijadperestî û şovenîzmê xwirt bikin.  Li ser wê dixwazin deshilatdariya xwe bidomînin. Piştê hilbijartinan derbeyên mezin xwarin, meşrutiyeta xwe wenda kirin. Bi xwe gotibûn, kî bajarê Stenbolê wenda bike Tirkiyê wenda dike. Nikare li Tirkiyê bibe desthilatdar û bimeşîne. Ew pêk hat, vê her kes dizane. Heke gelê Kurd, gelê Tirkiyeyê, gelên Rojhilata Navîn lewaziyên wan baş fam bikin, dikarin  li hember zextan, zilmê bisekinin dikarin baştir têkoşînekê bikin. Ji bo ku lewazin van hicum şer û gefan dikin. Şerê psikolojik û taybet dikin.

Heke dewleta Tirk a faşîst li Kurdan qirkirinê dike, hem di  nav Tirkiyê hem jî li derveyê  Tirkiyê, Kurdan, hêzên demokrasiyê digire û dikuje, ev ne tenê quweta Erdogan-Bahçelî ye. Sîstemê kapîtalîst modernîte li pişt wan e. Ji wê sîstemê alîkariyê werdigrin. Ew desthilatdariya Erdogan-Bahçelî lewaze her ku diçe lewaz dikeve. Dixwazin ji vê sud werbigrin. Erdogan-Bahçelî ji vê siyaseta li ser Kurdan ya qirkirinê feyde dibine û dimeşîne. Ez van dewletan rexne dikim û şiyar dikim. Lazime ji bo berjewendiyên xwe Kurdan nekin qurbaniyên xwe. Lazime ji siyaseta Erdogan re nebin alikar û şirîkatiya wê nekin. Her wiha dikarin menfetên xwe û tawîzan werbigrin. Di qirkirina Kurdan de lazime ti kes şirîkatiya Erdogan-Bahçelî neke."

Divê di qirkirina Kurdan de kes şirîkatiyê neke

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê  Cemîl Bayik; got divê di qirkirina Kurdan de ti kes şirîkatî neke û axaftina xwe dom kir; "Erdogan-Bahçelî, di wê siyaseta xwe de ku li dijî Kurdan dimeşîne, ne tenê ji dewletên modernîta kaiptalîst alîkarî werdigirin û bi wê re siyasetê dimeşînin. Her wiha ji hin Kurdan jî sûdê dibînin, ji ber ku hinek Kurd têkiliyên xwe bi wan re hene û alîkariya Erdogan Baheçelî dikin. Erdogan di vir de jî sûdê ji Kurdan dibîne û wê siyaseta xwe li ser wan dimeşîne. Dixwaze gel, Kurdan û mirovahiyê bixapîne. Dibêjin: 'em ne li dijî Kurdan e, em li dijî PKK’ê ne û em şer li dijî PKK’ê dimeşînin'. Bi van gotinan dixwazin xwe bigîhînin armancê xwe. Ji ber ku her dem di dîrokê de dewleta Tirk a faşîst û dagirker ji bo ku Kurdan ji holê rake parçekirina Kurdan esas digre. Kurd li dijî Kurdan daye bi kar anîn ji bo ku Kurd lawaz bibe, li dijî dijminê xwe dernekeve, li dijî hev bisekinin û hev bixwin û bi vî rengî bikaribin Kurdan ji holê rakin. Her gava ku dîtiye herêmek xurt e, herêmeke din li dijî wan derxistiye. An jî eger eşîretek xurt hebûya  eşîrek din li dijî wan derdixistin. Her dem parçekirin xistin nav kurdan û li ser wî esasî netewperestiya xwe pêş xistin. Îro jî vê siyasetê dimeşîne. Gotinên wan ên bi nav deng bi qasî sipî û reş cudabûna wan tune ye. Wekî din dibêjin ku: 'yê ku ji bo miletê xwe xizmet nekir ji bo me jî ti xizmetê nake'. Ev yek jî çend caran pêk anîn, ji bo vê yekê yên ku bi Erdogan-Bahçelî re kar dikin pêwîste vê yekê nas bikin. Dijminiyê ji bo xwe dikin, ji bo gelê Kurd dikin, ne ji bo PKK’ê dikin. Dibe ku bi vî rengî fam dikin ku dijminayîtiyê ji bo PKK’ê dikin, lê eger bi Tirkiyeyê re destek bidin û şer bikin wê bi vê yekê ji xwe re qezayekî bînin. Ev yek xwe xapandine, eger îro hinek derfet bi dest xwe xistine ev yek bi encamê têkoşîna PKK’ê bi dest xistine. Eger PKK’ê tune bûya wê tu carî tiştek bi dest nexistibûna. Pêwîste xwe deyndarê PKK’ê bibînin. Ne deyndarê dewleta Tirkiyê, divê xizmeta sîstema Tirkiyê nekin. Tirkiyê ne tenê dijminê gelê Kurdê Bakur û PKK’ê ye, dijminê bi giştî gelê Kurde. Ev yek li Başûr û Rojava li ber çavan e. Ji bo ku her kesî bixapîne dibêje: 'ji ber ku PKK’ê li wan deveran ne ez li wir şer dikim, PKK’ê li ku derê be ez ê heya wê derê biçim'. Hinek Kurdên li Rojava û Başûr jî dibêjin: 'Raste ji ber ku PKK’ê li vir dewleta Tirk tê êrîşî wir dike, eger PKK’ê tune be nayê van êrîşan pêk nayîne'. Yên ku bi vî rengî difikirin ez dixwazim ji wan re mînaka Lîbya û Behra Spî bidim. Li Behra Spî PKK’ê tune ye, lê belê dewleta Tirk li Behra Spî pirsgirêkan ji her kesî re derdixin. PKK li Lîbyayê jî tune ye û her kes zane bingeha wan pirsgirêkên li wê deverê jî Tirkiye ye. Ji bo vê yekê mijar ne ew e ku PKK’ê heye ku Tirkiye êrîş dike. PKK’ê Gelê kurd diparêze namûs û şerefa wan diparêze. Ji bo vê yekê Tikiye êrîşî PKK’ê dike û di şexsê PKK’ê de êrîşî tevahî Kurdan dike. Pêwîste Kurd vê yekê bibînin û nekevin bin xizmeta dewleta Tirk ya faşîst. Ji bo gelê xwe û xwe pêwîste dijminiyê nekin. Eger Tirk îro li li Rojava û li Başûr êrîşan pêk tîne wê demê tê wê watê ku lingên wan li Bakur û Rojava hene. Ew ling kurd yên ku têkiliya wan bi Kurdayîtiyê tuneye eger tune bin wê demê nikarin êrîş bikin. Ji ber ku li ser van êrîş dikin. Mît li Qendîlê çawa Heval Hemet şehîd bixin. Wê demê tê watê ku li wê derê hinek alîkarî didin ku dewleta Tirk wan komkujiyan pêk tîne. Ev yek li ber çav e. Tirkiyê dibêje: 'Artêşa me, MÎT a me bi hev re operasyonê dikin'. Çawa Kurd vê yekê qebûl dikin, çawa hikumet vê yekê qebûl dike? Nabêjin ku çawa dewleta Tirk artêş û mîtên wê bi hevre li vir operasyon dikin. Pêwîste vê yekê qebûl nekin û li dijî wê bisekinin. Ji ber ku welatparêzî ji me vê yekê dixwaze. Welatparêzî ew li birayê xwe li xwediyê xwe xwedî derketine. Ne ku li kêlek dagirkeran mirov dijminatiya gelê xwe,heval û welatparêzê xwe bike. Ji bo wê ew siyaset bi Kurd nade qezenc kirin, bi Kurd dide winda kirin. Pêwîste Kurd xizmetî vê siyasetê nekin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Bayik destnîşan kir ku eger têkoşîna PKK’ê tune ba, tu carî Tirkiye li Başûr û hikûmeta Başûr destketiyên Başûr qebûl ne dikir. Bagyik got, "Ji xwe Tirk dibêjin, 'ji bo ku em PKK’ê ji holê rakin, me têkilî bi Başûr re çêkir û me alîkariya wan kir. Me stratêjîk meşand ji bo ku em bikaribin PKK’ê ji holê rakin'. Lê belê ev yek PKK’ê ji holê ranekir û xizmetê gelê Başûr kir. Başûr Kurd bi vê vê yekê neçe wergirtin û Kurd qezenc kir. Niha jî dibêjin ew şaştiye û me şaşitî kir. Em vê yekê nabêjin generalê Tirkiyê bi xwe dibêjin. Ev rastiyeke. Niha dibêjin: 'PKK’ê partiyek dijminatiya Başûr dike û dijminayîtiya deskettiyên gelê Başûr dike. 'Ji bo wê PKK’ê ji bo Başûr xetere'. Ev yek ne raste. Ev şaştiyek mezine û di heman demê de gelê Başûr xapandine. Ji bo wê divê gelê me yê Başûr ji van axaftina bawer neke. Bi xwe çiqas diçe gelê me yê Başûr vê rastiyê fam dike û zane ku desketiyên ku îro li Başûr de çêbûne bi têkoşîna PKK’ê ye. Eger Tirkiyê dewleta Başûr qebûl kiriye, ji bo vê yekê  qebûl kiriye. Ev neçe ji têkoşîna PKK’ê ye ev dide dide diyarkirin ku PKK’ê ne dijminê Başûre, dostê Başûre û yê ku Başûr diparêze û pê dide qezenc kirin ew e. Dema ku DAÎŞ'ê êrîş kir kî çû alikariya Başûr kir?

Gerîlayên PKK’ê çûn, gelê me yê Başûr jî bi vê zane, dewlet jî dizane. Eger gerîla ne çûbana dikarîbû  heya Hewlêr jî biçûna! Rewşa ku îro li Başûr dibe ku îro rû nedabûya. Ji bo wê Birêz Mesûd Barzanî çû Maxmûr û spasiya xwe ji bo gerîla diyar kir. Di vir de çawa PKK’ê zirarê dide. Eger gerîla zirar bikira, wê demê ne diçû sipasiya xwe ne dikir. Ev yek li ber çavan e. Ji her kesî zêdetir li dijî DAÎŞ'ê PKK’ê sekinî. Gerîla gel û hikûmeta Başûr parast, şeref û kerameta Başûr ji aliyê PKK'ê ve hate parastin. Ew deyîndarê gerîla û PKK’ê ne. Ev rastiye çawa ev zû tê jibîr kirin? Çawa anha li Başûr ji her kesî zêdetir PKK’ê xeter tê dîtin? Tehlîke Tirk e ne PKK’ê û gerîla ye. Dema ku referandum li Başûr pêk hat, kî  li dijî Başûr sekinî? Di serî de dewleta Tirk sekinî. Birêz Mesûd Barzanî got dema wê êrîş çêbûba Tirkiyê alîkariya me nekir. Dema ku DAÎŞ'ê êrîş kir dîsa Tirkiyê alîkarî neda. Di vir de çawa Tirkiye dibe dostê Başûr û PKK’ê ya ku bû alîkar çawa dibe dijminê Başûr? Ev yek ne raste, ji bo vê pêwîste em rastiyê bi gel bidin naskirin. Ne ku mirov derewan belav bike û mejiyê wan reş bike. Gelê me yê Başûr êdî rastî çi ye fam dike. Ji ber ku têkiliya xwe bi dinya yê re çêbûye, rastî çi ye zane. Baweriya min ewe ku gelê me yê Başûr li destketiyên xwe xwedî derkeve û li nirxên xwe xwedî derkeve. Nirxên wan ên herî mezin PKK’ê ye û gerîlayên PKK’ê ne. Ji bo vê yekê îro ji her demekê zêdetir yekîtiya Kurd pêwîste. Divê her kes yekîtiya neteweyî ya Kurd ji xwe re esas bigre. Niha Tirkiye dixwaze di navbera kurdan de şer derxe, di heman demê de dixwaze vê yekê li Başûr pêk bîne. Ku Başûr, kurd û hereketên Kurd têk bibe û tune bike. Pêwîst e Kurd neyê van lîstikan. Çawa Tirkiyê dixwaze Kurdan parçe bike û şer têxe nav Kurdan de, li ser wê jî hedefê xwe pêk bîne, Kurd pêwîst e vê parçebûnê rakin, biratî û yekîtiya xwe biafirînin. Xwe bikin yek û netewbûyînê pêş bixin. Li dijî dagirker û dijminan bisekinin. Ya ku xizmeta Kurd bike ev e û ya rastî jî ev e. Em her tim ji vê yekê re amade ne. Em yekîtiya Kurd û yekîtiya neteweyî ya Kurd dixwazin. Kî ji bo vê yekê kar bike, em alîkariya wî/ê dikin û em di xizmeta wî/ê de ne. Em ji bo xwe tiştek naxwazin. Em ji bo gelê xwe dixwazin. Kî dibêje ez Kurd im, welatparêzim û ji bo azadiya gelê Kurd têkoşînê dikim divê vê banga me ji xwe re esas bigre û li ser vî esasî gav bavêje. Kî di van milan de gav bavêje em ê alîkarî bidin û em ê di xizmeta wê/î de bin. Banga min ji bo hemû partiyên Kurdistan û partiyên siyasî û şexsiyetan e; pêwîste her kes bi erka xwe ya neteweyî rabin. Menfîetên xwe yê rêxistinî û şexsî nedin pêş û tenê bi gel bifikirin. Gelê Kurd nekin qurbanê wan tiştan û pêwîste her kes neteweya Kurd ji xwe re esas bigre. Ji bo ku yekîtiyên neteweyî yê Kurd werin avakirin û kar bikin. Em bangawaziya vê yekê dikin û ji bo wê amade ne. Em dixwazin her kes li ser vê esasî dîtinê xwe diyar bike, ji ber ku gelê me li benda vê yekê ye.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Bayik; bûyerên li Surî nirxand û wiha anî axivî; "Niha Tirkiyê sedema pirsgirêka ne. Ne tenê li Tirkiyê li hemû beşên Kurdistanê. Li Iraq, Sûriyê û li Behra Spî û li Lîbyayê. Pirsgirêkên heyî Tirkiyê derdixe. Her diçe, her kes vê yekê baş dibîne. Dibîne ku Tirkiyê ne tenê ji bo Kurdan ji her kesî re xeterî ye. Dibînin ku ji ber ku Kurd astengiyên mezin li dijî siyaseta wan disekine pir hişk li ser Kurdan diçe. Dixwazin vê astengiyê ji holê rakin û bikaribin armanca xwe li ser Rojhilata Navîn pêk bînin. Her ku diçe ev yek baş tê famkirin. Niha Tirkiyê dibêje 'ez ê korîdoreke aştiyê çêkim', Erdogan-Bahçelî bi xwe karakterê faşîzmê ne. Her dem bi van axaftinan her kesî dixapîne û bi vî şeklî armancê xwe pêk tîne. Tiştê ku Erdogan-Bahçelî dibêje, her tim berevajî wê difikirin. Tiştê ku daxivin ne rast in, xapandinin. Niha li Bakurê Sûriyê gelê li wir bi biratî bi hev re dijîn. Li wê deverê sîstemeke demokratîk ji xwe re afirandine  û dixwazin pêş bixin. Di vê sîstemê de dixwazin bijîn. Tirkiye dixwaze vê yekê ji holê rake, ji ber ku dijminê demokrasiyê ye û dijminê azadiyê ye. Dijminê biratî û gelane. Di heman demê de dijmin ol e. Tiştê ku Erdogan-Bahçelî  dike tu têkiliya xwe bi islamiyetê re jî tune ye û zirarê mezin didêdê. Temamî bi navê siyaseta islam ya tirk dixwazin xizmeta dewleta Tirkiyê bikin. Berê jî min di axaftinek xwe de gotibû: 'Tirkiyê ji bo xwe bernameyek çêkiriye û li gor wê yekê dimeşe. Di bernameya wan de ya esas ew e ku çawa Kurdan parçe bikin, di navbera Bakur û Başûr di navbera Bakur û Rojava de wê çawa têkiliya Kurdan qut bikin û ji holê rakin'. Di heman demê de wê çawa Kurd ji holê rakin. Çawa Kurdan li ser sinûran rakin û kesên li gor xwe bi cih bikin. Bi vî şeklî Kurd ji holê rakin. Eger niha Tirkiyê bi israr dixwaze têkeve Bakurê Sûriyê û dibêje 'em ê wê derê parçe parçe bikin. Ew koçberê ku ji Sûriyê hatibûn gel me em ê wan li wir bi cih bikin'. Di vir de armancê xwe ber çav daxive, dibêjin 'em ê ji wê derê Kurdan derxin û Erebên girêdayî xwe bi cih bikin û di heman demê de çeteyên ku girêdayî me ne li wan deran bi cih bikin'. Çawa ku li Efrînê kirin. 'Ji bo ku em ji holê rakin em ê vê pilanê pêk bînin û pêwîste tu kes li dijî vê vesekine'. Ew vê yekê dibêje û dixwazin vê yekê pêk bînin. Lewma divê gelê Kurd vê rastiyê baş fam bike û bi hemû derfetên xwe li dijî vê yekê bisekine. Gelê li Bakurê Sûriyê divê armancê Tirkiyê baş fam bike. Ji bo vê yekê pêwîste hemû gelên li wir biratiya xwe xwirt bike, rêxistin û têkoşîna xwe xwirt bike û li dijî dagirkeriya Tirk bi hev re bisekine. Ji bo vê civakên ku li Bakurê Sûriyê dijîn; Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Tirkmen, Çerkes be çi ol û mezheb be û çi çandê dibe divê neteweya xwe ya demokratîk hîn xurtir bikin.

Pêwîste li ser vî esasî piratîkên xwe û rêxistina xwe, xurt bikin. Xwe ji bo li dijî dagirkeriya Tirk li dijî şer amade bikin. Hêza xwe ya parastinê pêwîst e amade bike. Ji bo ku karibe xwe biparêze. Wekî din tehlîke û xeterî ji bo wan mezin e. Tu car li Sûriye aştî çênabe, aştî ne nêz e. Ne tenê li Sûriye li tevahî Rojhilata Navîn şerê sêyemîn ê cîhanê dimeşe û wê hê jî bimeşe. Dibe ku ev şer hîn mezintir jî bibe. Ji bo wê jî pisgirêkên ku bi aştiyê çareser bibin tune ye. Kes bila hêviyê vê neke û xwe nexapîne. Ji bo wê hem civaka li Bakurê Sûriye û hem hêza wê ya parastinê divê ji bo şer xwe amade bike. Parastinê xwe divê di her milî de xurt bikin. Ya ku wan wê bide jiyankirin ev e. Derveyî vê tiştekî ku wan bide jiyankirin, tişta ku pêşiya êrîşên dagirkeriya Tirkiyê bigre zêde nîne.

Hêzên koalîsyonê hene. Rusya û Suriyê hene. Pêwîst e vê rastiyê bi wan hemûyan jî bide fêmkirin. Divê bi tevahî gelê Ereb re ev bidin fêm kirin. Pêwîst e alîkariya wan bê wergirtin. Bi wan re li dijî dagirkeriya Tirk bi biryar, bi cesaret divê bisekinin. Ji bo wan a rast ew e. Dewleta Tirk israr dike ji bo ketina Rojhilat û Bakurê Suriyê û dixwaze hinek çete û Erebên ku li gel wan in bike pêngavek ji bo xwe û têkeve Bakurê Suriyê. Girê Spî, Şêxler, Serêkaniyê... dibeje; 'ev der ne xaka Kurdan e, xaka Ereban e. Erebê ku li gel min in, ez ê li wan deran cî bi cî bikim'. Weke ku li Efrîn kir. Niha herkes zane li Efrîn dewleta Tirk û çeteyên wê çi li ser gelan dikin. Ne tenê li ser Kurdan, li ser hemû gelên wê de rê çi zilmê dikin herkes zane. Ger Tirkiye bikeve Bakurê Suriyê yê ji Efrîn hîn xirabtir bike. Divê herkes vê zanibe. Ji bo wê jî bi hemû derfetên xwe li ser vî esasî divê tekoşîna xwe bilind bikin."

Wê Êzidî çarenûsa xwe diyar bikin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik; li ser fermana 3’ê Tebaxê axivî û wiha got; "Gelê me yê Şengalê, gelê me yê Êzîdî gelek ferman dîtin. Yên ku van fermana pêş dixwistin dixwestin ku gelê me yê Êzîdî ji holê rakin. Çima ewqas ferman li ser Kurdan kirin? Ji ber ku Kurdên Êzîdî koka Kurdan e, bingeha Kurdane. Yên ku dixwazin Kurdan ji holê rabikin pêwîst e Êzîdiyan ji holê rakin. Fermanên ku li ser Şengal li ser Êzîdiyên me hate kirin armanc û hedefa wan ew bû. Êzîdiyên ku Şengal dane jiyan kirin jiyandayîna Kurdan e. Pêwîst e hem gelê me yê Êzîdî vê baş fêm bike hem gelê me yê li tevahî beşan û derve vê rastiyê baş fêm bike. Li Şengalê, li Kurdên Şengal xwedî derketin li xwe xwedî derketine, li mirovahiyê xwedî derketine. Yê ku li Şengal, li Êzîdiyan xwedî dernekeve nikare bibêje ez Kurd im, nikare bibêje ez welatparêz im, ez nirxên mirovahiyê dijîm, dixwazim bidim jiyîn. Gelê me yî Êzîdî yê Şengal ji bo careke din bi fermanan re rû bi rû nemîne pêwîst e bi xwe bawer bike û bi derfetên xwe xwe rêxistin bike, têkoşîna xwe pêş bixe. Ji bilî têkoşînê ne dikarin bijîn ne jî dikarin tiştekî bi destê xwe bixin. Bê têkoşîn nikarin bijîn. Ji bo xwe hinek sazî avakirine, hinek hêz avakirine. Divê van sazî û hêzên xwe hîn pêştir bixin, xurt bikin. Pêwîst e hemû Êzîdî  xwe rêxistin bikin. Di civaka Êzîdî de rêxistin çêbikin. Ji bo ku wê civakê ji hemû êrîşan biparêzin divê heza xwe ya parastinê pêş bixin, mezin bikin. Bi hêzên xwe yên parastinê re bikin yek ku bikaribin bi îradeya xwe li paşeroja xwe xwedî derkevin. Ya ku ji bo wan pêwîst e ev e.

Îradeya xwe divê nedin dest kesekî, îradeya xwe bi dest bixin. Xwe bi rêxistin bikin, xwe bimeşînin, pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin. Çi dixwazin pêk bînin divê pêk bînin. Xweseriya Şengalê dane pêşiya xwe, ew armancek başe. Ji bo wê lazime kar bikin. Di nava Êzidiyan de û li derveyî wan jî bixebitin. Li her deverê li ser vî karê siyasî, dîplomasî, pêwîste bikin. Karê ragihandinê bi xwe bikin. Wekî din jî li ola xw,e çanda xwe, li kesayeta xwe, civakbûna xwe li her deverê divê xwedî li wan derkevin. Xwe bikin civakeke rêxistinî, saziyên xwe xurt bikin. Hêza xwe ya parastinê di her milî de xurt bikin. Parastina xwe ya rewa xurt bikin ku bikaribin li hemberî hemû êrîşan xwe biparêzin û nehêlin careke din ferman rû bide.

Iraq jî Başûr jî divê hurmetê hurmeta Êzidiyên me yê Şengalê zanibin. Ew gefê li kesî naxwin, ne xetere ne. Ji bo her kesî xizmetê dikin, ji bo mirovahiyê xizmetê dikin. Yên ku ji bo mirovahiyê xizmet kiriye divê her kes hurmeta wan bike, alîkariya wan bike, daxwazên wan qebûl bike û pêk bîne. Ne ku daxwazên xwe bi zorê li wan ferz bikin. Gelê me yê Êzidî yê li Şengalê ji bo xwe çi dixwaze? Her kes lazime vê qebûl bike. Em vê dixwazin, ji vê zêdetir em tiştekî din naxwazin.

Îro gelê me yê Êzidî ji bo azadiya xwe, ji bo nasnameya xw,e nirxê xwe, çanda xwe û ji bo ola xwe têdikoşe. Di wê têkoşînê de ez wan silav dikim. Lazim e têkoşîna xwe bes nebînin û divê hîn xurt bikin. Ew ê Êzidiyan biparêzin, Kurdan biparêzin û bikin ku dinya ji bo Kurdan bi hurmet be.

Rast e DAÎŞ'ê derbek xwar, lê hîn ji holê ranebûye. Divê bi temamî ji holê bê rakirin. Fikrê wê, siyaseta wê û rêxistiniya wê divê ji holê bê rakirin. Dibe ku di milê leşkerî de derb xwar, lê di milê din de hîn jî ji bo mirovahiyê tehlîkeyeke mezin e. Her kes bi vê zane. Ji bo wê lazime bê darziandin. Hinek dibêjin, lazim e bê darizandin, hinek jî li dijî wê derdikevin. Ji ber ku darizandin wê rastiyê derxîne holê. Wê diyar bibe ku kê alîkariya DAÎŞ'ê kiriye, kê ew mezin kriiye, kê li ser DAÎŞ'ê xwestiye siyaseta xwe li Rojhilata Navîn pêk bîne, wê hemû eşkere bibe. ji vê ditirsin lewma naxwazin DAÎŞ bê darizandin û vê yekê asteng dikin. Di serî de Tirkiye li pêşiya vê asteng e. Naxwaze ku rastiya Tirkiyeyê eşkere bibe. Ji ber ku Erdogan bi xwe DAÎŞ e. Yê ku Serokatiya DAÎŞ'ê dike Erdogan bi xwe ye. Erdogan li her deverê mîna ku saziyeke nêzî wan e xwedî lê derketiye û dinya vê yekê dibîne. Ji ber vê yekê gefê li Bakurê Sûriyeyê dixwe û dibêje, 'Ez ê bikevim wê deverê, ez ê belav bikim'. Ji bo karibe firsendê bide DAÎŞ'ê ku DAÎŞ careke din xwe komî ser hev bike, ji bo karibe hovîtiyê bike. Divê em wê firsendê nedin Tirkiyeyê û nedin DAÎŞ'ê. Lewma divê DAÎŞ were darizandin. Divê li Kurdistanê were darizandin. Ji ber ku hovîtiya xwe ya esasî li Kurdistanê, li dijî Kurdan kir. Ji ber vê yekê divê li wir bê darizandin, ya rast ew e. Hinek vê qebûl dikin. Eger naxwazin ku careke din DAÎŞ bibe belayekî mezin li serê mirovahiyê divê DAÎŞ bê darizandin û Tirkiye jî bê astengkirin."

Rojhilata Navîn bi xeta sêyemîn mumkun e

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di dawiya axaftina xwe de gengeşiya di navbera Emerîka û Îranê bi lêv kir û wiha pêde çû; ‘"Niha şerê cîhanê yê sêyemîn li Rojhilata Navîn diqewime. Ne diyar e ku şer kengî bi dawî bibe. Li Rojhilata Navîn sîstemeke çawa were avakirin, ne diyar e. Wê di encama vî şerî de diyar bibe. Niha hêzên derve dest li Rojhilata Navîn werdane û şer niha diqewime. Dixwazin bi vî şerî astengiyên li pêşiya wan rakin û Rojhilata Navîn li gorî armancên xwe û berjewendiyên xwe ji nû ve bi rêxistin bikin.

Lê pêşiya wan çi hêz heye dixwazin wan lewaz bikin, ji holê rakin. Astengiyên ku çêdikin ji bo ku ji holê rakin armanc berjewendiyên xwe pêk bînîn. Li Rojhilata Navîn hin hêz hene hem li hemberî gelê xwe û li dijî destwerdanên derve disekinin. Dixwazin desthilatdariya xwe biparêzin. Netewe dewleta xwe dixwazin biparêzin. Evana ne tenê li dijî dewletên derve, dewletên modernîta kaptalîst disekinin li dijî gelê xwe, gelê herêmê jî disekinin. Gelê herêmê jî ji bo xwe tehlîke dibînin. Gelê herêmê naxwaze mîna berê di bin van rejîman de bijîn. Gel dixwazin di nava demokrasiyê de, azadiyê de bijîn, di nava aramiyê de bin. Ji bo wê têdikoşin.

Rêber Apo û PKK jî xeta sêyemîn, xeta gelan temsîl dikin. Xeta destpêkê ji derve dest li Rojhilata Navîn werdaye. Xeta duyemîn jî desthilatdariya ku li Rojhilata Navîn e. Ew jî ji bo xwe şerekî dimeşîne. Gelê herêmê jî li dijî van herduyan xeta ji bo xwe xeteke din esas wergirtiye. Xeta sêyemîn dimeşînin. Yanî ne li gel hêzên deve ne, ne jî li gel hêzên li Rojhilata Navîn desthilatdar in. Ji ber ku berjewendiyên xwe di van de nabîne. Dibe ku ji aliyê taktîkî ve hin elaqatên xwe çêdikin, ew dewletê jî yên desthilatdar, dewletên modernîteya kapîtalîst re elaqatên taktîkî bi her kesî re çêdiıkin. Ji xwe di roja me de cephe nîne. Her kes di nava elaqatan û nakokiyan de dijî. Berjewendiyên xwe çi dixwaze pêk tîne. Bi hinekan re elaqatên xwe bêhtir dike û bi hinekan re kêmtir. Her kes wiha di nava elaqatê de ne. Dixwazin di nava vî şerî de armancên xwe, berjewendiyên xwe xurt bike. Gelê herêmê jî vê ji bo xwe dimeşîne. Ev xeta Rêber Apo û PKK e esas temsîl dike. Ji bo gelê herêmê têkoşînê dike. Ji bo ku di Rojhilata Navîn de azadî, demokrasî û aramî pêk were, kar dike. Ji bo neteweya demokratîk, konfederalîzma demokratîk, xweseriya demokratîk kar dike. Civakeke demokratîk li ser azadiya jinê, ekolojîk dixwaze biafirîne. Ji bo Rojhilata Navîn bigihêje aramiyê, bigihêje rastiya xwe, koka xwe, dîroka xwe, ji ber ku Rojhilata Navîn ji destpêka mirovahiyê ve wezîfeyeke girîng pêk hatiye, hemû tişt di Rojhilata Navîn de bi pêş ketiye, dinya li ser wê ava bûye. Lê ev rastiya xwe winda kiriye, di tarîtiyê de maye. Careke din divê li rastiya xwe, koka xwe, dîroka xwe vegere. Ji bo wê jî li Rojhilata Navîn divê guhertineke bingehîn pêk were. Ev jî bi gelan çêdibe, bi azadiya jinê dibe. Lewma di xeta sêyemîn de azadiya jinê esas e. Azadiya ekolojî esas e. Avakirina civaka demokratîk a li ser vê bingehê esas e. Di nava civaka demokratîk de jiyana bi hev re bi biratiyê esas e.

Îroj KODAR, PJAK xeta xwe wiha dan diyar kirin, gotin ku ew jî xeta sêyemîn esas werdigirin. Yanî gotin, 'em ne li gel Emerîka ne jî lî gel dewleta Îranê ne. Em li gel demokrasiyê ne, li gel gelan e û li gel biratiyê ne. Em dixwazin li ser vî esasî têbikoşin'.

Em jî mudaxeleya ji derve rast nabînin. Mudaxeleyên ji derve pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn çareser nake. Dibe ku kêmekî xizmet bike lê nikare çareser bike. Pirsgirêka gelên Rojhilata Navîn encex gelên Rojhilata Navîn çareser bike. Ew jî bi sîstemek demokratîk dibe. Mirov kare bi wî rengî çareser bike. Sîstemên desthilatdar ên ku di Rojhilata Navîn de jî nikarin daxwaziyên Gelan bi vî rengî pêk bîn, ji ber ku ne sîstemek demokratîkin. Ji ber wê jî pirsgirêkên gelan çareser nabe. Encex gelên Rojhilata Navîn  bi xwe dikarin pirgirêkên xwe çareser bikin. Bi îradeya xwe dikarin çareseriyê biafirînin. Dibe ku ew hinekî biêşe, lê belê ji bo gelên Rojhilata Navîn a rast ew e."


Mijarên Din