‘Heta em Rêberê xwe azad nekin em ê nesekinin‘

Jinên ji bajarê Qamişlo gotin: “Ramanên Rêber Abdullah Ocalan dewleta Tirk ditirsîne, lewma jî tedrîda li ser Rêber Ocalan giran dike û dixwaze ramanê wî tune bike. Gelên banga azadiyê dikin xwedî li ramanê Rêbertî derketine û ji xwe re esas digirin.”

Bangên gel ên rakirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan zêde dibin. Jinên ji bajarê Qamişlo nêrînên xwe anîn ziman û gotin heta Rêbertî neyê azadkirin ew ê nesekinin.

‘AZADIYA WELAT GIRÊDAYÎ AZADIYA JINÊ’

Edla Mihemed a ji taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo got: “Ramanê azad ê Rêber Abdulalh Ocalan hişmendiya dîktator a Tirkiyê tirsandiye. Ji ber vê yekê rejîma Tirk ev 21 salin tecrîdê li ser wî ferz dike, ku hemû pîvan û peymên navdewletî yên girêdayî mafên mirovan binpê dike.”

Edla tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û helwestên dewletên Ewropa yên ku dibêjin mafên mirovan diparêzin, lê çavê xwe li sûcên Tirkiyê yên derheqê girtiyên siyasî de girtine, şermezar kir.

Edla destnîşan kir ku tevî ku rêbertî di girtîgeha Îmraliyê de ye lê dikarî ramanê gelê xwe azad bike û giyanê welatparêzî û berpirsyartiyê biçîne û got:  "Rêbertî giranî da têkoşîna azadkirina jinan û şikandina bendên ku li pêşiya kar  û tevlêbûna wê ya nava civakê dibin asteng ."

Edla anî ziman ku Rêbertî teqez dike ku azadiya welat ji azadiya jinê ye  û got: “Jin dê berxwedanê bidomînin, azadiya Rêbertî û têkoşîna ji bo wî armancên me yên sereke ne. Rêbertî ji bo me di Îmraliyê de têdikoşe, em jê şopdarên xeta wî bin."

‘TIRKIYE JI FIKIR Û FELSEFEYA RÊBERTÎ DITIRSE, JI BER WÊ EW GIRTIN‘

Ayşe Ebdulrehamn jî got: “Rejîma Tirk ji ramanê Rêbertî yê ronîkirî ditirse,  ji ber vê yekê ew girt. Rejîma Tirk di wê baweriyê de ye ku ramanê Rêbertî dê wê têk bibe. Texmîn dike ku bi girtina wî dê xeta têkoşînê bi dawî bike û fikir û felsefeya wî têk bibe. Ji ber dizanin bi hezaran kes şopdarên fikir  û felsefeya wî ne."

Ayşe destnîşan kir ku dewleta Tirk Kurdan wekî dijminê xwe yê tekane dibîne, ji ber vê yekê şerê Kurdan dike û Rêber Ocalan girtiye da ku nehêle bi azadî û aramî bijî, dîsa bi armanca şikandina vîna gel tecrîdeke giran li dijî Rêbertî ferz kiriye.

Ayşe di berdewama axaftina xwe de got: “Jinan bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocahan rêya azadiyê şopand û diyar kir ku Rêbertî girîngiyê dide mekana jin û têkoşîna wî ya azadiyê û dibêje ku heger jin azad nebe civak azad nabe. Lewra bi hezaran jin ji ol û netewên cûda xwedî li ramanê Ocalan derketine. Em ê çalakiyên xwe yên şermezarkirina siyaseta dewleta Tirk ên ku qanûnên navnetewî binpê dike, dewam bikin.”

Ayşe Ebdulrehman bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî ferzkirina tecrîdê rexne kir û got: “Bêdengî delîlê paşguhkirina siyastên Tirkiyê ye. Gelê Kurd û gelên azadîxwaz û demokrasîxwaz ta rêberê xwe azad nekin wê nesekinin.”               

ANHA


Mijarên Din