`Herêma “ewle” ya bi sponseriya Tirkiyê tê wateya wêranbûnê’

Rûspiyê êla El-Efadle Cuma El-Ewês ê ji bajarokê Sirîn a kantona Kobanê got: “Pêwîstiya êlên Ereb ên Sûriyê bi wan kesayetên ku wijdana xwe di otêlên Tirkiyê de firotine tune ye. Herêma “ewle” ya din bin sponseriya Tirkiyê de, dê welat veguherîne herêmek wêranbûyî.”

Êlên Ereb ên herêma Sirinê ku 8’ê Tebaxê kombûn, hişyarî dan êlên Sûriyên yên ku li Tirkiyê ne û Tirkiye dixwaze wan bike sotmeniya agira ku dê pê Sûriyê bişewitîne. Rûspiyên êlan Tirkiye bi têkbirê hêviyên gelê Sûriyê di azadî û demokrasiyê de tewanbar kirin.

Rûspiyê êla El-Efadle Cuma El-Ewês ê ji bajarokê Sirinê yê kantona Kobanê got: “Tirkiye di bin qaşo bi navê herêma ewle de hewl dide herêmê wêran bike. Mîna bajarên din ên ku li Sûriyê wêran kiriye.”

El-Ewês destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker sedema rewşên Sûriyê yên niha ye û wiha pê de çû: “Her wiha ji ber Tirkiyê û komên terorîst ên ku desteka wan dike, bi dehana bajar û bajarokên Sûriyê wêran bûn, şênî koçber bûn û gelek komkujî di herêmên dagirkirî de pêk hatin.”

El-Ewês wiha domand: "Êlên Ereb ên herêmê pêwîstiya wan bi hindek kesayetên ku navê êlên Sûriyê berovajî kirine û Tirkiyê desteka wan dike, tune ye." El-Ewês bang li penaberên Sûriyê kir ku vegerin Sûriyê û guh nedin siyasetên Tirkiyê yên kirêt.

Roj bi roj nerazîbûnên gelêrî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin.

(şx/bm)

ANHA

 

 


Mijarên Din