‘Herêma ewle li gorî Tirkiyê nayê pêkanîn‘

Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûrî Ezîz El-Ebûd anî ziman ku herêma ewle li gorî nêrîna Tirkiyê xewnek ne pêkan e û got: " Gelê Sûriyê herêma ewle red dike û Tirkiyê bi tena serê xwe bêyî dewletên herêmî nikare wê herêmê ava bike."

Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûrî Ezîz El-Ebûd di hevdîtinekê de li gel ajansa me behsa siyaseta Tirkiyê û herêma ewle ku hewl dide li herêmê ava bike kir. El-Ebûd diyar kir ku Tirkiyê bi vê yekê qanûnên navdewletî û daxwazên gelê ji vê fikrê re binpê dike.

El-Ebûd di destpêka hevpeyvînê de wiha axivî: "Enqere bi rêya avakirina herêma qaşo bi navê ewle, hewl dide hêviyên xwe pêk bîne. Lê cûdabûna nêrînên lîstokvanên sereke yên li Sûriyê bi taybet nêrînên Amerîka û Tirkiyê girêdayî herêma ewle, hişt ku Tirkiyê berê xwe bide Moskovayê da ku desteka pêwîst ji bo pêkanîna hewldanên xwe li Bakurê Sûriyê werbigire û civaka navdewletî bi peymana kirîna S400 şantaj bike. Her wiha mijara herêma ewle dixe rojevê da ku zextê bike û pisrgirêka herêma Idlibê veşêre."

El-Ebûd wiha domand: "Tirkiyê qanûnên navdewletî binpê dike û nerazîbûna gelê Sûrî ji her mudexeleyek Tirkî re di xaka Sûriyê de paşguh kir. Ji ber ku ew dewletek dagirker e û beşek mezin ji xaka Sûriyê dagir kiriye."

Ezîz El-Ebdû di berdewana hevpeyvînê de got: "Tirkiyê li pêşberî du rêyên xeter e. Êdî jê tê xwestin ku berbijarkên xwe ber bi guhertina siyasetên xwe ve diyar bike bi taybet li ser asta derve. Ev jî vedigere zextên hundirîn ên gelêrî, rewşa aborî ya ku paşde diçe û her wiha aktîvkirina cezayên Amerîkayê li dijî wê."

Di nêrîna El-Ebûd de herêma ewle fêlebaziyek amerîkî ye û wiha berdewam kir: "Bê guman ji destpêkê ve hizira `herêma ewle` hizira Amerîkayê ye û armanca wê ji wê hizirê, kaxizan tevlihev bike û ji bandorên neyînî yên biryara vekişîna hêzên xwe ji Sûriyê ye derbas bike. Her wiha rewşeke aloz di navbera hevkarên "Soçiyê de Tirkiyê, Rûsya û hevalbendên "Astanayê ya ku Îran tev li dibe, bi afirîne."

E-Ebûd destnîşan kir ku "Tirkiyê li gel winadbûna lihevkirinek navdewletî û zêdebûna nerazîbûna gelê Sûriyê bi giştî û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet nikare herêma ewle ava bike. Tevî wê jî rewşa aram û ewle û rewşên xizmetguzarî û aborî ya herêmê baş e.  Ev hemû Tirkiyê li ser astên hundirîn û navdewletî dide şermkirin.  Tirkiyê êdî bi rewşa aborî ya xwe ya kirîtîk, aktîvkirina cezayên amerîkî û nerazîbûna gelêrî ya Tirkiyê ji siyaseta partiya desthilatdar mijul bûye."

El-Ebûd di nav gotinên xwe de ev tişt anî ziman: "Rejîma Tirkiyê bi rêya herêma ewle dixwaze zextê û şentajê bi kar bîne, li beramberî vê yekê rewş li Idlibê tevlihev e.  Diyar e ku pêkanîna hizira herêma ewle li gorî nêrîna Tirkiyê xewneke  ne pêkan e û nayê pêkanîn."

Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûrî Ezîz El-Ebûd destnîşan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyên ewlehî, aborî û civakî ve ji herêmên herî ewle ye û gelê wê cîhan ji terorê xilas kir û wiha got: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hincetên Tirkiyê ji bo ewlehiya xwe qebûl nakin. Tirkiyê bi wan hincetan dixwaze herêmên din ji Sûriyê dagir bike."

Di dawiyê de El-Ebdû got: "Heta niha ji aliyê herêmên me ti êrîşek ber bi Tirkiyê ve pêk nehatiye. Berovajî wê Tirkiyê welatek dagirker e, xaka Sûriyê dagir kir û bi awayekî eşkere û li ber çavên cîhanê derbasbûna terorê ji Sûriyê re hêsan kir."

(şx)
ANHA


Mijarên Din