‘Herêma “ewle” divê di bin parastina NY`î de be’

Endamê rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Xebat Mihemed got: “Herêma “ewle” di vê pêvajoyê de divê li gorî şertûmercên gelên herêmê  û di bin parastina NY`î de be.”

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Xebat Mihemed têkildarî hewldanên dewleta Tirk a dagirker ji bo avakirina herêma “ewle” li bakurê Sûriyê ji ajansa me re axivî.

‘Armanca Tirkiyê tunekirina jiyana hevpar û gelê Kurd e’

Mihemed diyar kir ku gefên Tirkiyê ne nû ne û got: "Ne tenê siyasetek yan jî neteweyekê dike armanc. Armanca sereke ya dewleta Tirk dijminahiya gelê Kurd û tunekirina jiyana hevpar a di navbera pêkhateyên herêmê de ye."

Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya gefên xwe hewl dide NATO`yê razî bike, bi taybet piştî kirîna S 400 û têkîliyên wê bi Rûsyayê ye. Mihemed got: “Tevî wê jî Tirkiyê dijminahiya gelê Kurd dike, bi taybet piştî destkeftiyên ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistine û danîna nexşeriyek nû ji Sûriyê re.”

‘MSD`ê ji bo xêzkirina nexşeriya Sûriyeya nû dê bibe mijara sereke di civînên Cenevê de’

Mihemed tekez kir ku MSD di xêzkirina nexşerêya Sûriyeya nû de dê bibe mijara sereke ya danûstandinên Cenevê. Mihemed wiha domand: “Ev jî li dijî siyaseta Tirkiyê û hevkarên wê yên di îtîlaf û rejîma Sûriyê de ya ku Rûsya desteka wê dike. Di vê pêvajoyê de Emerîka hewl dide Tirkiyê bi rêya avakirina herêma “ewle” razî bike. Tirkiye jî bi hinceta herêma “ewle” hewl dide destwerdana  Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Eger peymana di navbera Tirkiyê û Emerîka de pêk hat, divê rola QSD`ê di dewriyên çavdêriya herêma “ewle” de sereke be."

Mihemed qala serkeftinên QSD`ê yên li dijî çeteyên DAIŞ`ê kir û got: "Herêma “ewle” di vê pêvajoyê de divê li gorî şertûmercên gelên herêmê û di bin parastina NY`î de be. Berovajî îdiayên van dewletan, herêm dijminahiya ti dewletên cîran nake. Têkiliya cîrantiyê ya baş ji berjewendiya herêmê re ye. Ji ber ku doza gelê Kurd di her çar parçeyan de mafeke rewa ye û divê doza wan li gorî erdnîgariya dewletên ku Kurd lê dimînin çareser bibe.”

‘Hebûn û mayîna ENKS`ê di îtîlafa Sûrî de xizmeta projeya gelê Kurd û herêmê nake’

Mihemed girêdayî hevkariya ENKS’ê bi Tirkiyê re wiha axivî: “MSD`ê bi ENKS û nûnerên wê re nîqaş kir da ku lihevkirinan bi aliyên siyasî re biserkevin. Îtîlafa Sûrî ya girêdayî tevgera Ixwan Muslimîn, ew jî wek beşek ji AKP`ê tê hesibandin û bi dijminahiya xwe bi gelê Kurd tê naskirin. Ev jî xizmeta lihevkirinên ku li Parîs û herêmê pêk hatine ji bo peydakirina atmosfera lihevkirina di navbera aliyên Kurd de nake. Hebûn û mayîna ENKS`ê di îtîlafa Sûrî de nakeve xizmeta projeya Kurd."

Di dawiyê de endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Xebat Mihemed bang li aliyên siyasî kir û wiha got: “Divê hemû alî morala gelên herêmê li hember rûdanên ku li herêmê rû didin bilind bikin. Ji  berxwedan û serkeftinan re. Ne tenê li ser asta leşkerî, heman demê de li ser astên siyasî, dîplomasî û civakî.  Bi rêya van hêz û pêkhateyan em dikarin desteka QSD`ê di şerê li dijî DAIŞ`ê û alîgirên wê bikin.”

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din