Herkes cejnê pîroz dike, ew kolanan paqij dikin

Mîna hemûyan cejnê pîroz nakin. Li gel ku piraniya civakê rojên cejnê dikin batlane û cejnê pîroz dikin. Karkerên  paqijiyê yên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiye karê xwe berdewam dikin û di dirêjahiya rojên cejnê de kolanên taxan paqij dikin.

80 kes ji her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên bajarê Helebê, cejna wan ji yên din cudatir e. Li gel ku tevahiya  civakê cejna Qurbanê pîroz dikin û serdana hev du dikin, karkerên paqijiyê roja xwe bi paqijkirina kolanên taxan destpê dikin. Armanca wan parastina paqijiya kolanên ku bi zarokan qerebelix bûne, ye.

80 karkerên paqijiyê tevî amûrên xwe ji sibehê ve dest bi karê xwe yê di nav kolanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye(Benî Zêd) de, dikin.

Di roja yekemîn a cejnê de karkerên paqijiyê kolanên taxê paqij kirin. Lê di roja din de ji ber kombûna gemarê, êma mihan û gelek gemarên din, karê wan bû duqat.

Karkerên paqijiyê 17 saetan bi awayê nobetdariyê kar dikin. Nobetdariya yekemîn ji saet 6:00`an heya 15:00’an e.  Nobetdariya duyemîn ji saet 15:00`an heya 23.00’an didome. 

Karkerê paqijiyê yê bi navê Îsam Şêx Ehmed got: "Di roja duyemîn a cejnê de me kolanên taxê ji gemarê paqij kirin. Karê me kedekê dixwaze û nabe em paşguh bikin. Ji ber ku encamên wê yên neyînî dê bandor li civakê bike û bibe sedema belavbûna nexweşî û mêşan."

Ehmed bang li şêniyên taxê kir ku bi wan re hevkar bin da ku bajarê wan bedew bibe, ji ber kupaqijî navnîşana şaristaniyê ye.

Girêdayî heman mijarê berpirsê karkerên paqijiyê yê bajarê Helebê Şoreş Meydanî destnîşan kir ku di rojên cejnan de jî karkerên paqijiyê wek rojên din karê xwe dikin.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din