‘Her êrîşeke Tirkiyê dê jiyana bi sed hezaran koçberan bixe xeteriyê’        

Serokê Buroya Karûbarên Koçber û Penaberan ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şêxmûs Ehmed hişyarî da û got: “Her êrîşek ku ji aliyê Tirkiyê ve bê kirin, dê kontrolkirina bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê ku di kampan de ne gengaz be. Ew ê jî bi xwe re jiyana bi hezaran koçber û penaberan bike xeteriyê de.”

Serokê Buroya Karûbarên Koçber û Penaberan ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şêxmûs Ehmed diyar kir ku koçberên di nav herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dimînin, ji ber ku li ewlehiyê digerîn hatin herêmê. Rêveberiya Xweser li gorî derfetên heyî desteka pêwîst ji kampên di nav herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêşkêş dike.

Ji ber nakokiyên ku li Sûriyê di navbera hêzên rejîma Sûriyê  û komên çeteyên ku Tirkiye desteka wan dike de rû dane, bi sed hezaran koçberên ji Sûriyê hatine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Heman demê de bi hezaran penaberên Iraqî ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji Mûsilê berê xwe dan herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Ehmed got: “Divê rewşa di nav kampan de di ber çavan re were derbaskirin. Her gefek li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bandorê li rewşa kampan bike. Her êrîşek li dijî herêmê dê bandorê li ewlehî û aştiya herêmê bike. Dê encamên wê yên li ser koçberan û aştiya cîhanî karesatê çêbike.”

Derdora 70 hezar jin û zarokên DAIŞ`ê di nav Kampa Holê ya kantona Hesekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimînin.

Niha di nav herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de 9 kampên fermî li rex 12 kampên bêserûber hene. Di nav wan kampan de bi sed hezaran ji koçberên Sûriyê dimînin. Her wiha bi deh hezaran di nav bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hene.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din