`Her rêkeftinek xizmeta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê neke, me eleqedar nake‘

Beşdarên çalakiya şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ya li navçeya Çelebiyê bi rêve diçe, gotin "Rêkeftinên ku xizmeta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nake gel îtîrafê pê nake." Beşdaran gotin ku ew ê têkoşîna li dijî dagirkeriya  Tirk dewam bikin.

Çalakiya konvendê ya ji bo redkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li navçeye Çelebiyê ya Kobanê di roja duyemîn de didome. Îro bi sedan şêniyên bajarê Kobanê, navçeya Sirîn, tevlî koçberên Girê Spî tev li çalakiyê bûn.

Beşdaran wêneyên komkujiyên dagirkeriya dewleta Tirk nîşan didin û topbarana balafirên dagirkeriyê derheqê zarokan û sivîlan de li ser Girê Spî û Serêkaniyê hatine pêkanîn, hilgirtibûn. Her wiha pankartên bi nivîsên ``Bimire dagirkerî… bijî berxwedan.`` jî hilgirtibûn.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, paşê ji rêveberên Kongreya Star a Kantona Kobanê Semîra Ehmed axivî û wiha got: ‘‘Ez vî gelî berxwedêr ê ku bi moralekî bilind li hemberî dagirkeriya li ber xwe dide û bi xaka xwe ve girêdayî ye silav dikin.‘‘

Paşê ji rêvebirên Meclîsa Herêma Firatê, Silêman Kiêşîş axivî û ev tişt anî ziman: ‘‘Em ji tevahiya cîhanê re dibêjin ku her rêkeftinek bi kîjan dewletê re be bila be, nekeve xizmeta gel û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê neyê itirafkirin. Em gelekî bi ruhê 19 Tîrmehê berxwedanê didomînin û li ser parastina destkeftiyhên şehîdan, bi îsrar in.‘‘

Li ser nave partiyên siyasî yên Kobanê jî, Bekir Hec Îsa axivî û destnîşan kir ku êrişên dagirkeriya dewleta Tirk li ser herêmê armanc dike îradeya gelê Kurd li Rojhilata Navîn bişkîne.

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl jî wiha got: ‘‘Em wek rêveberî û gelê Girê Spî mil bi mil li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) disekinin heta dagirkeriya Tirk ji xaka me ya pîroz derdixînin. Her rêkeftinek li dijî hebûna me ya li ser xaka me be, em nas nakin.‘‘

Beşdarên çalakiyê siloganên banga yekîtiya xaka Sûriyê dike û silavkirina berxwedana QSD`ê, bilind qîr dikirin.

Çalakiyên konê piştgiriyê, li gor programa ji aliyê komîteya amadekar ve hatiye organize kirin, didome.

(rr)

ANHA


Mijarên Din