Her du zarokên apê xwe kuştin û tev li merasîma cenazeyên wan bû!

Derket holê ku li Hesekê, kesê bi navê Ebdulezîz Hemûd El-Siyah her du zarokên apê xwe yên bi navên Sara Matar El-Siyah û Mîzer kuştine û piştre jî ew şewitandine û beşdarî merasîma definkirina cenazeyên her du zarokan bûye. 

Di 13`ê Gulanê de bûyerek hovane li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatibû. Cenazeyê her du zarokên bi navên Sara Matar El-Siyah (15) û birayê wê Mîzer (9), piştî ku hatibûn kuştin û şewitandî hatibûn dîtin.

Piştî ku cenaze hatibûn dîtin, Hêzên Ewlehiya Hundirîn û Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî dest bi lêpirsînê kiribû. Li ser lêpirsînê di demeke kin de sûcdar Ebdulezîz Hemûd El-Siyah ê ku kurê apê her du zarokan e ku bi navê Ebûd tê naskirin, hatibû girtin.

Ajansa me dîmenên ku sûcdar li sûcên xwe mikur tê, bi dest xistin.

Kujer bûyerê wiha vedibêje: “Beriya 3 rojan ji bûyerê, hevsera apê min dayika her du zarokan serdana me kir da ku zarokê min pîroz bike. Wê demê got ew dê malekî bi 35 milyon lîreyên Sûriyê bikirin."

Piştî serdanê bi 3 rojan hevsera apê kujer Ebdulezîz Hemûd El-Siyah tevî apê wî diçin gundê El-Ecace yê girêdayî bajarê Hesekê da ku sersaxiyê ji xizmekî xwe re bixwazin. Wê demê kujer derfet dibîne, bi dizîka dikeve mala apê xwe. Dizane ku kesek di mal de tune ye. Kujer dibêje: “Destpêkê ez derbasî mala dapîra xwe bûm, piştre di ser dîwar re ez derbasî mala apê xwe bûm. Ji ber ku mala wan li rex mala dapîra min e. Wê demê saet derdora 14:15`an bû. Dema ez ketim malê, min dît ku zarokên apê min Sara û Mîzer di mal de ne. Min ji wan pirs kir, hûn li malê çi dikin? Wan jî got em dixwînin."

Kujer di vegotina detayên bûyerê de ev tişt destnîşan kir: "Demekê ez li mala apê xwe rûniştim û fikirîm, ka ez çawa pereyan bidizim. Piştî kêliyekê hema rabûm û min Mîzer bir odeya ku çûk lê hene. Min lê da û ew ji ser hişê wî bir. Ket erdê. Piştre min ew li wir kuşt. Careke din ez vegeriyam odeya ku Sara lê dimîne û min jê re got çûk hemû firîne, ka were binêre. Dema Sara derbasî hundir bû min cihê pereyan jê pirsî. Destpêkê negot lê piştî çend hewldanan cihê wan nîşanî min da. Piştî ku cihê pereyan ji min re got, min ew jî kuşt.”

Piştî ku kujer sûcê xwe dike, şopên xwe jî paqij dike. Lê ji ber îhtîmala şopên wî bimînin, malê dişewitîne.

Ebdulezîz vegotina detayên sûcê xwe wiha  berdewam kir: “Ez derdora saet 16:30`an vegeriyam malê. Piştî çend kêliyan xwişka hevsera min got mala apê me şewitiye. Yekser tevî her du birayên Sara û Mîzer me berê xwe da malê. Lê dema em gihaştin malê, cîranan cenazeyê Sarayê derxistibû. Lê cenazeyê Mîzer di malê de mabû. Destpêkê min nikarî lê piştre ez derbas bûm û min cenazeyê Mîzer derxist. Piştre em çûn odeya ku min pere jê dizîne. Hema boçika cigareya min li ser erdê bala min kişand. Min bi awayekî veşaretî bêyî ku kesek pê bihese, ew ji erdê rakir û kir berîka xwe."

Kujer Ebdulezîz wiha domand: "Di wê demê de cîranan got Sara hîna nemiriye. Ez û birayê wê yekser me keçik bir nexweşxaneyê. Lê piştî çend deqeyan xebatkarên nexweşxaneyê gotin Sara mir. Piştre em vegerîn, hevserê xwişka hevsera min xwîn li ser lingê min dît. Ji min pirs kir, çi bûye? Min got camê dikanê şikest û lingê min birîn bû. Lê ji ber israra wî em çûn nexweşxaneya Wetenî da ku birînên min derman bikin. Piştî vegera me, dê û bavê min gotin ew dê Sara û Mîzer veşêrin û me berê xwe da goristanê."

Kujer Ebdulezîz diyar dike ku heta goristanê kesekî nizanî ku her du zarok hatine kuştin. Lê tenê digotin di encama şewatê de mirine. Lê dema her du zarok dihatin veşartin, bavê wan xwîna li ser kefa destê Sara ferq dike û merasîma definkirinê radiwestîne. Ebdulezîz wiha domand: "Apê min got divê her du cenaze werin keşfkirin. Piştre rapora tebîba şerî (edlî) ya navçeya Şedadê eşkere kir ku her du zarok hatine kuştin. Piştre di demeke dereng de me her du zarok veşartin."

Kujer Ebdulezîz vegotina bûyerê wiha didomîne: "Piştî merasîma sersaxiyê bi sê rojan min xwest dolaran serf bikim. Lê dema min derxistin, dolar bi xwîn bûn. Ji ber wê min pere di dikana xwe de şewitandin. Apê min ez dîtim. Piştî nîvro behsa pereyên ku min şewitandine kir. Min înkar kir. Piştî wê çû mala birayê min. Yekser ez vegeriyam dikanê û min pere derxistin û kirin erebeya xwe. Di sibeha roja din de birayê min ji min re got ku wî pereyên bixwîn ji erebeyê birine. Min got dema me Sara dibir nexweşxaneyê min pere diziye."

Piştre Hêzên Ewekariya Hundirîn mudaxele kir û dest bi lêpirsînê kir. Piştî înkarkirina çend rojan Ebdulezîz sûcê xwe îtiraf dike.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din