​​​​​​​Henîfî: Partiyên Kurdan  nikarîn aloziya siyasî ya kurdî çareser bikin

Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bang li partiyên siyasî kirin ku vegerin masaya diyalogê û nakokiyên xwe yên siyasî yên ku xizmeta ajandeyên derve dikin çareser bikin.

Partiya Demokratîk a Pêşeverû a Kurd li Sûriyê dengê xwe tev li dengên ku banga yekitiya kurdî dikin kir. Li gel bangawaziyên pêwîstiya pêkanîna yekitiyê di navbera hêz û partiyên siyasî yên kurdî de ji bo ku li hember pêvajoya çaranûsî ya ku gelê Kurd dijî bisekinin.

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Mistefa Henîfî dibêje: "Partiyên siyasî yên kurdî nikarîn mafên gelê xwe ji ber nakokî û berjewendiyên xwe yên siyasî bi dest bixin."

Henîfî destnîşan kir ku piştî aloziya Sûriyiê partiyên siyasî gelek şaştî kirin. Ev jî nakokiya siyasî di navbera wan de afirand di encamê de xeterî ji Kurdan nêz bû.

Henîfî wiha domand: "Weke Kurd heta vê kêliyê em negihaştin asta zanabûna siyasî ku pê dikarin nakokiyên partiyetî yên teng derbas bikin û bighêjin lihevkirineke siyasî ku nûnertiya gelê Kurd dike."

Derbarê Encumena Niştîmanî ya Kurdî Henîfî got: "Partiya me ji ber gelek sedeman ji Encumena Niştîmanî ya Kurdî vekişiya. Jê ji ber ku ENKS`ê beşek ji Îtîlafa ku bi rûyê xwe yê ixwanê tê naskirin e. Li gorî wê partiya me biryara parastina taybetmendiya Sûriyê girt."

Henîfî di nav gotinên xwe de diyar kir ku Partiya Demokratîk a Pêşverû ji destpêka aloziyê ve banga yekitiya kurdî kiriye û got: “Beriya mudexeleya Tirkiyê buroya partiya me ya siyasî helwesta xwe diyar kir û banga diyalogê li partiyên siyasî kir. Li ser wê bi 14 partiyên kurdî re civiya ji bo ku bikevin ferqa timayên Tirkiyê li herêmê.”

Girêdayî Kongreya Neteweyî KNK`ê Henîfî got Partiya Pêşverû ji ber hinek nakokiyên nêrînan nikarî tev li kongreyê bibe.

Henîfî wiha domand: "Xeteriyek heye û gelê kurd tehdîd dike. Ger partiyên kurdî negihaştin lihevkirinek siyasî wê nikaribin mafên vî gelî bidest bixin."

Di dawiyê de Henîfî teqez kir ku xeteriya li ser hebûna kurdî li Sûriyê hîne mezin e. Henîfî rave kir ku hêvî dike partiyên kurdî yên siyasî bighêjin lihevkirinek siyasî bi tevlibûna Kurdan bi giştê bi şêwazekê xizmetê berjewendiyên gelê Kurd dike û mafên wî vedigerîne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din