Hêzên hikumeta Şamê herêmên El-Fitêra, Kensefra, derdorê El-Bare yên li çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê û El-Enkawî ya li Sehil Xab a bakurê Hemayê bi moşekan bombebaran kirın.
Li aliyekî din jî, hêzên dewleta Tirk a dagirker 25 wesayitên leşkerî yên bi alavên leşkerî û pêdiviyên lojîstîk barkirî, di dergeha Kefer Lûsîn a li bakurê Idlibê re derbasî herêmê kirin û ber bi nuqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk ên li “herêma bêçek” ve bi rê kirin.
Bi berdewamkirina şandina karwanên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker re, ji destpêka agirbesta nû ve 7 hezar û 515 wesayitên leşkerî û bi hezaran leşker ketine erdên Sûriyê.
(cx)