Dagirkeriya Tirk binpêkirinên xwe yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike. Tirkiyê gelek herêm dagir kirin û niha hewl dide bi gelek rêbazan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dagir bike. Yek ji van jî avakirina herêma “ewle” ye.
Girêdayî mijarê ajansa me hevpeyvînek bi endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Şikrî Hemo re çêkir. Hemo tekez kir ku Tirkiye bi rêya gefên êrîşkirina herêmê û avakirina herêma “ewle” armanc dike ku herêmê dagir bike û çeteyên DAIŞ`ê vejîne.
‘Dagirkerî ji bo pêkanîna planên xwe hewl dide DAIŞ`ê vejîne’
Hemo got: "Dagirkeriya Tirk ji aliyê lojistîk û leşkerî ve desteka DAIŞ`ê dikir. Hilweşandina DAIŞ`ê ne di berjewendiya Tirkiyê de ye. Ji ber ku wî dixwest bi rêya çeteyan planên xwe pêk bîne. Ji ber wê dagirkeriya Tirk bi rêya gefên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide carek din DAIŞ`ê li herêmê vejîne û şaneyên wê yên veşartî çalak bike."
Hemo tekez kir ku hewldanên Tirkiyê ji bo avakirina herêma “ewle” ew in ku herêmê dagir bike û wiha axivî: “Tirkiye dikare di nav xaka xwe de herêma “ewle” ava bike. Ji ber ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser wî û ewlehiya wî ne xeter in."
‘Armanca Tirkiyê ji avakirina herêma “ewle” tunekirina tecrubeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye’
Hemo destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeteriyê li ser Tirkiyê çênakin û wiha pê de çû: “Heta niha ti êrîşek ji aliyê Rêveberiya Xweser ve li ser Tirkiyê çênebûye. Lê tirsa dagirkeriya Tirk, tecrubeya demokratîk a Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ji ber wê hewl dide bi hemû rêbazan tecrubeya Rêveberiya Xweser û jiyana aştiyane ya di navbera gelên herêmê de tune bike.”
Hemo îşaret pê kir ku armanca Tirkiyê ne herêma “ewle” û “parastina sînorên xwe” ye û wiha got: “Piştî têkçûna DAIŞ’ê û windakirina hilbijartinên şaredariyan, vejandina DAIŞ`ê û derxistina aloziya xwe ji derve re armanc dike.”
Di dawiyê de Hemo tekez kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û partiyên wê yên siyasî hewldanên Tirkiyê yên ji bo dagirkirina herêmê qebûl nakin û got: “Gelên herêmê dê tecrubeya xwe ya demokratîk û xaka xwe bi parêzin.”
(şx/bm)
ANHA