Hemleyên dezenfektekirinê didomin û aktîfkirina rola komînan ji dijî Koronavîrusê

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û taxên bajarê Helebê hemleyên dezenfektekirinê û girtina tedbîrên pêwîst ku pêşî li belavbûna Koronvîrusê bigirin, didomin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê gelek tedbîrên bi armanca pêşîlêgirtina berbelavbûna Koronavîrusê (Covid-19) li herêmê, girtine. Li aliyekî din jî heta niha tu rewşên pêketina Koronavîrusê nehatin tomarkirin.

Koronavîrus li tevahî cîhanê berbelav bûye û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku vîrus krîzek e û di encama wê de bi hezeran kes li tevahî cîhanê dimirin.

MINBIC

Komîteya Tenduristiyê û Şaredariya Gel ji 15`ê Adarê ve dest bi dezenfektekirinê kiriye.  Hemû avahiyên komîte, sazî, cihên olî û navendên giştî hatin dezenfektekirin. Her wiha hemleyên hişyariyê bi rêya tîmên tenduristiyê li taxên bajêr bi rêya ekranên li kolanên sereke pêk hatin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek tedbîrên pêwîst girtin, her wiha xebatên tîmên tenduristiyê, şaredariyên gel û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi rêya hemleyên dezenfektekirina kolanên bajêr û pêkanîna qedexkirina çûn û hatinê zêde bûn.

Hemleyên dezenfektekirinê li ser du qonaxan dest pê kirin; ya yekemîn ax û çop ji kolanan hatin rakirin û ya duyemîn madeyên dezenfektekirinê bi rêya erebeyên agirkujiyê li kolanan hatin reşandin. Hemle li hemû kolanên bajêr didome.

HELEB

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê Meclisa Giştî bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê bergiriyên pêwîst girtin.

Hevserokê Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo bal kişand ser ku bergiriyên nû yên pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê, aktîfkirina rola komînan û standina biryarên nû girtine.

Şêxo wiha anî ziman: "Em dizanin ku cîhan pêkve bi mijara belavbûna Koronavîrusê (Covid-19) ve mijûl e, ji ber vîrus xetere ye, li ser vî esasî û da ku parastina gelê xwe ji vê nexweşiyê bike, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek biryarên girîng dan. Her wiha em xwedî li van biryaran derketin."

Şêxo wiha domand: "Me wek Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rewşa awarte ragihand, her wiha qedexeya derketina derve li gorî erka pêkanînê biryarê da, rola komîn, meclisan û li kêlekê rista Hêzên Ewlekariya Hundirîn aktîf kir, da ku biryarê pêk bînin û  parastina welatiyan bikin û der barê xetereya vîrusê de şêniyan hişyar bikin.”

Têkildarî zehmetiyên der barê pêkanîna biryaran de Mihmed Şêxo wiha got: "Di pêkanîna biryaran de me gelek zehmetî kişandin, ji wan belavkirina nanê rojane ye ku bûbû sedema kombûnan."

Li ser vî esasî diyarkirina 33 nuqteyên belavkirina nan ji aliyê endamên meclisê ve bi erênî hate nirxandin, firne bi şevê nan çêdikin û li gorî xwesteka komînan tê belavkirin. Her wiha nan bi çavdêriya endamên komînan tê belavkirin û herî zêde du saetan da ku kombûn çênebe li ber xwe dide.

Şêxo wiha lê zêde kir: "Tevahî derfetên xwe ji bo amadekirina karantînayê li Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir pêk anîne, her wiha hin dever ji keşfkirin an jî teşxîsê re amade kirin. Li aliyekî din jî dewam û coxên wê yên tîma tenduristiyê zêde kirin ku ji bo rewşê amade bin.”

Mihemed Şêxo her wiha bang li welatiyan kir ku biryaran bi cih bînin û da zanîn ku nikarin bibêjin ku tevahî biryar hatine pêkanîn, lê ji sedî 80 pêk hatine û li bendê ne ku tevahî şênî dê perspektîfan pêk bînin û vê krîzê derbas bikin.

ANHA


Mijarên Din