Hemleya"Xweşikbûna me ji xweşikbûna bajarê me ye" didome

Li navçeya Tirbespiyê di çarçoveya hemleya"Xweşikbûna me ji xweşikbûna bajarê me ye"de ya ji aliyê PYD‘ê ve hatiye destpêkirin 4 hezar û 200 darên din hatin çandin.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Meclisa Ciwanan a partiyê çalakiyên hemleya "Xweşikbûna me ji xweşikbûna bajarê me ye" ya ku di destpêka meha Gulanê de daye destpêkirin, didomîne.

Meclisê bi hevkariya Şaredariya Gel a herêma Cizîrê meclisa partiyê dar li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo çandin.

Meclisê ji vê hemleyê armanc dike bajarên herêma Cizîrê xweşik bike û rewşa xwazeyê pêş bixe da ku asta oksîjen di hawayê de zêde bibe.

Di vê çarçoveyê de 4 hezar û 200 dar di navînên rêya giştî yê kolana Siyahî û cihên giştî de li navçeyê hatin çandin.

Girêdayî mijarê hevseroka Navçeya Tirbespiyê Suad El-Hisên destnîşan kir ku hemle dê rûbera keskahî li navçeyê zêde bike û asta gemarbûnê li navçeyê kêm bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din