Hemleya "Welatê me mala me ya mezin e, em wê biparêzin" didome

Bi armanca parastina ekolojiyê hemleya paqijiya heftane li bajar, bajarok û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevlêbûna endam û berpirsên saziyên Rêveberiya Xweser û şêniyan didome.

Bi dirûşma "Em welatiyên vî welatî ne û erka me ye ku em welatê xwe paqij bikin" hemleya paqijiyê ya yekemîn li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome. Hemle ji aliyê deste û meclisên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêma Cizîrê di 30`ê Hezîrana derbasbûyî de dest pê kir.

Hemle bi dirûşma "Welatê me mala me ya mezin e, em wê biparêzin" wek hemleyeke heftane dest pê kir. Hemû deste û meclisên Rêveberiya Xweser tev li wê dibin. Her wiha her hefte endam, rêveber û nûnerên sazî, rêxistin û bi dehan şênî tev li hemleya paqijiyê dibin.

Îro endamên Saziya Malbatên Şehîdan, Komîteya Kedkaran a Herêma Cizîrê, endamên TEV-DEM`ê, endamên dadgehên gel, hêzên Ewlekariya Hundirîn, Trafîk û saziyên civaka sivîl tev li hemleyê bûn.

Kesên beşdar li qadên giştî yên bajar, bajarok û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kom bûn. Li nuqteyên ku ji aliyê komîteya amadekar ve hatine diyarkirin, belav bû û dest bi paqijkirina kolanên sereke û şaxî kir.

Her wiha kesên tev li hemleyê dibin, broşurên ji bo parastina paqijiya bajêr belav dikin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din