Hemleya “Welatê me mala me ya mezin e, em paqijiya wê biparêzin” dewam dike

Hemû saziyên navçeya Tirbespiyê û Kongreya Star îro beşdarî hemleya heftane ya bi navê “Welatê me mala me ya mezin e, em paqijiya wê biparêzin” bûn. Îro jî sûka navendî û kolana giştî hatin paqijkirin.

Cara yekemîn li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, deste û meclisên Rêveberiya Xweser a Demokratîk di 30`ê Hezîranê de dest bi hemleya paqijiyê ya bi navê “Welatê me mala me ya mezin e, em paqijiya wê biparêzin” kir.

Di çarçoveya hemleyê de her hefte rojek tê diyarkirin ku hemû saziyên di bajar û navçeyan de herêma xwe paqij bikin.

Li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo jî roja şemiyê wek roja paqijiyê hate diyarkirin.

Îro bi beşdariya hemû saziyên navçeyê, sûka navendî û kolana giştî ji ber meclisa navçeyê heta dawiya kolana giştî ya li ber Navenda Hêzên Ewlehiya Hundirîn hate paqijkirin.

Hevserokê Meclisa Tirbespiyê Ebdrehîm Heso da zanîn ku armanca hemleyê, belavkirina çanda paqijiya giştî di nava çînên civakê de ye.

Ji rêveberên Kongreya Star li navçeyê Leyla Iskan jî axivî û diyar kir ku hemû jinên Kongreya Star beşdarî hemleya paqijiyê bûne da ku gel li ser çanda paqijiya giştî teşwîq bikin û ew piştgiriyê didin hemleyên paqijiyê û tê de beşdar in.

(kc)

ANHA


Mijarên Din