​​​​​​​Hemleya paqijkirin û dezenfektekirina kolanên Qamişloyê hat dest pê kir

Şaredariya Gel a Qamişloyê bi hevkariya tîmên agirkujiyê dest bi paqijkirina kolanên sereke yên bajêr kir. Hemleyê ji bo pêşîlêgirtina li Koronavîrusê dest pê kiriye.

Piştî derketina rewşên pêketina Koronavîrusê (Covid-19) li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şaneya Aloziyê dest bi hemleya paqijkirina kolanên sereke yên bajarê Qamişloyê kir.

Têkildarî mijarê rêveberê Beşa Paqijiyê ya Şaredariya Qamişloyê Dijwar Bêzê ji ANHA’yê re axivî. Bêzê da zanîn ku ev hemle ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê dest pê kiriye û di beşa duyemîn a hemleyê de dê kolan werin dezenfektekirin.

Bêzê got: "Kolanan El-Wihdê, Qiwetlî, Siyahî, kolana sereke a bi navê Kolana Amûdê tê naskirin, ji Çerxerêya Sonî heya Çerxerêya Enteriyê, Erbee Şewarî û navenda sûka Qamişloyê dê bên paqijkirin.”

Dijwar Bêzê xuya kir ku ŞaneyaAloziyê bernameyek ji bo paqijkirina kolanên bajar amide kiriye, wê her demekê kolan werin paqijkirin.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 30`yê Tîrmehê de bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku hejmara kesên bi Koronavîrusê ketine, gihaştiye 23 kesan 2 kes ji wan baş bûne.

ANHA


Mijarên Din