Hemleya komkirina îmzeyan ‘Ji bo Hevrîn Xelef edalet’ dest pê kir

Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê dest bi hemleya berhevkirina îmzeyan bi dirûşma ‘Ji bo Hevrîn Xelef edalet’ kir. Navendê bang li tevahiya rêxistinên sivîl, kesayetên siyasî û hiqûqî kir ku tev li hemleyê bibin ji bo ku di doza Hevrîn Xelef de lêpirsînekê vekin.

Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê daxuyaniyek da û tê de destpêkirina hemleya komkirina îmzeyan ji bo vekirina lêpirsînekê têkildarî doza qetilkirina sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef ragihand.

Komên çeteyên Ehrar El-Şerqiye di 12`yê Cotmeha 2019`an de Hevrîn Xelef qetil kiribû.

Daxuyanî li avahiya navendê ya li taxa Erbawiye ya bajarê Qamişloyê bi tevlêbûna endamên navendê hate dayîn. Endama Desteya Damezirîner a Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê Nefûse Hiso daxuyanî bi zimanê erebî xwend.

Navendê di daxuyaniya xwe de xebatên xwe ji bo komkirina delîlên girêdayî bûyera qetilkirina Hevrîn Xelef sekretera gitşî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, ji hêla komên çeteyên Ehrar El-Şerqiye ve yên ku dewleta Tirk desteka wan dike û guhdarkirina şahidên wê bûyerê, bi bîr xistin da ku ji aliyên hiqûqî yên herêmî û navdewletî re pêşkêş bike.

Navendê bi rêya daxuyaniyê destpêkirina hemleya berhevkirina îmzeyan bi dirûşma `Ji bo Hevrîn Xelef edalet ` ku di 6`ê Hezîranê de dest pê dike û dê heta 6`ê Tebaxê bidome, ragihand.

Her wiha navendê îşaret pê kir ku ew dixwazin bi rêya vê hemleyê zextê li navendên biryaran bikin, dosyaya Hevrîn Xelef bidin qebûlkirin û ji dadgehên navdewletî re pêşkêş bikin da ku sûcdarên vê bûyerê bidin cezakirin.

Navendê di daxuyaniya xwe de bang li tevahiya rêxistinên civaka sivîl, kesayetên siyasî, hiqûqî û hunerî kir ku tev li hemleyê bibin û îmze bikin, ji ber ku pêkanîna edaletê ji Hevrîn Xelef re destkeftiyek hiqûqî ji mirovahiyê hemû re tê hesibandin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din