Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid, helwesta Rêveberiya Xweser a li hemberî geşedanên siyasî yên li Rojhilatê Navîn û Sûriyeyê, bandora van geşedanan li çareseriya aloziyê û rewşa Sûriyeyê, ji ANHAʹyê re nirxandin.
Hemdan El Ebid bal kişand ser hewldanên herêmî û erebî yên normalîzekirina têkiliyan bi hikumeta Şamê re û got: "Bi qasî ku ev pêşketin li gorî berjewendiyên hikumeta Şamê û hêzên ku dest di aloziya Sûriyeyê werdidin bin, dûr e ku bikevin xizmeta berjewendiyên gelê Sûriyeyê û çareserkirina aloziya Sûriyeyê. Hikumeta Şamê hewl dide welat vegerîne rewşa beriya tevgera gel a Sûriyeyê ya sala 2011ʹan."
El Ebid anî ziman Komkara Ereban û dewletên herêmî û yên ku destwerdanê li Sûriyeyê dikin, li şûna ku têkiliyan bi Esed re vegerin, bila helwesteke yekbûyî li ser bingehê însiyatîfa Urdinê ya ku ji bo çarserkirina aloziya Sûriyeyê pêşkêşî hikumeta Şamê kiribû û li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254’an bide.
Têkildarî helwesta Rêveberiya Xweser El Ebid got: “Helwesta Rêveberiya Xweser a têkildarî aloziyê sabit e, alozî bi rêya diyalogên sûrî-sûrî çareser dibe, Rêveberiya Xweser jî her tim banga diyalogan dike. Lê hikumeta Şamê çareserkirina aloziyê asteng dike."
Hemdan El Ebid anî ziman ku Rêveberiya Xweser yekitiya gel û xaka Sûriyeyê parast û got: "Rêveberiya Xweser banga rûniştina li ser maseya diyalogan dike da ku aloziya Sûriyeyê li gorî destûreke ku mafê hemû sûriyeyiyan mîsoger bike û tu kesî înkar neke, bê çareserkirin.”
Li ser helwesta Rêveberiya Xweser a der barê destwerdanên derve de, Hemdan El Ebid wiha got: "Ji destpêkê ve em van 3 mijaran; destwerdanên derve, parçebûna Sûriyeyê û şerê navxweyî qebûl nakin. Rêveberiya Xweser israr dike ku divê nêzîkatiyên li hemberî aloziya Sûriyeyê li ser esasê yekitiya xak û gelê Sûriyeyê be. Divê destûreke ji bo tevahî sûriyeyiyan hebe."
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid îşaret bi hewldanên nêzîkkirinê yên bi serkêşiya Rûsyayê yên di navbera hikumeta Şamê, Tirkiye, Îran û Rûsyayê de kir û got: “Ev hewldan dikevin xizmeta wan dewletan. Her aliyek ji van dewletan hewl dide aloziyên xwe yên hundirîn li ser hesabê gelê Sûriyeyê derbas bikin.”
(dm)
ANHA