Hemîd Nasir: Şûnwarên Efrînê dikolin û tarûmar dikin

Hevserokê Gerînendetiya Şûnwaran a Kantona Efrînê Hemîd Nasir got dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ne tenê li parçeyên dîrokî digerin, lê belê hewl didin wan bi rêya alavan ji cihên wan derxin.

Girêdayî mijarê Hemîd Nasir ji ajansa me re axivî û bal kişand ser binpêkirinên dewleta Tirk ên li Efrînê.

Dewleta Tirk a dagirker di 18`ê Adara 2018`an de Efrîn dagir kir û Girê Eyn Dara yê dîrokî, perestgeha gundê Kelûte û şûnwarên gundê Elbîskê wêran kirin. Binpêkirinên dagirkeriyê bi rêya dîmen û raporan hatin belgekirin.

Piştî dagirkirinê, dewleta Tirk vekolandina di cihên dîrokî yên Efrînê de didomîne. Parçeyên dîrokî yên biha vediguhêze muzexaneyên xwe. Têkildarî mijarê Hemîd Nasir got: "Dewleta Tirk a dagirker ne tenê dikolîne lê belê şûnwaran bi rêya treksan radike."

Di agahiyeke girîng de Nasir got belge û agahiyên girêdayî vekolandina dewletaTirk a dagirker di Şikefta Dawûdiyê de yê li gundê Birc Abdalo li ser lûtkeya Çiyayê Lêlûn gihaştine ber destê wan. Di vê şikeftê de hestiyên mirovan ên ku vedigerin 100 hezar sal beriya zanînê hatin vedîtin. Ji ber wê şikeft girîng e û guhertinek di dîrok û herêmê de çêkir. Ji bo tekezkirina wê vîdeoyek ku çawa dagirkerî di şikeftê de vekolandinê dike, belav bû.

Hemîd wiha domand: "Girê Basiqê yê ku dikeve navçeye Şera rastî binpêkirinan ji vekoland û kolandinê hatiye. Beşek mezin ji gir hatiye qutkirin û ew bi vîdyo hatiye belgekirin. Hemîd diyar kir ku dewleta Tirk Girê gundê Hilûbiye bi rêya alavên kolandinê û tireksên giran kolandiye û di encamê de gir gelek zirar dîtiye.

Di nav gotinên xwe de Hemîd ev tişt destnîşan kir: "Di dîmenên ku digihîjin me de xuya dibe ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ne tenê cihên dîrokê dikolin lê belê bi rêya bikaranîna alavên giran hewl didin wan cihan bi giştî wêran bikin û ji bo veşartina dîroka herêmê bi erdê re bikin yek."

Hemîd behsa binpêkirinên der heqê şûnwarên gundê Beradê têne kirin kir û got: "Niha gora Marmaron tê kolandin. Marmaron li herêmê ji kesayetên suryanî yên herî navdar tê hesibandin û di serdema 4 zayînê de jiyaye û dêra ku li wir hatiye avakirin di 2010`an de bi temamî hate wêrakirin."

Di dawiyê de Hemîd Nasir got divê aliyên pisporên parastina şûnwaran û dîrokî helwestek cidî li hember binpêkirinên li Efrînê nîşan bidin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din