Hemîd El-Ebid: Artêşa Tirk a dagirker nexweşên Koronavîrûsê dişîne Girê Spî

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker nexweşên Koronavîrûsê ji Tirkiyê dişîne bajarê Girê Spî yê dagirkirî.

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid di hevdîtina xwe bi ANHA`yê re got artêşa Tirk a dagirker nexweşên Koronvîrûsê ji Tirkiyê tîne bajarê Girê Spî. El- Ebid diyar kir ku armanc ew e ku hejmara nexweşên li Tirkiyê kêm bike.

El-Ebid hinek agahiyên ku ji çavkaniyê pêbawer bidest xistine parve kirin û got: "Agahî rast in, bi taybet piştî ku dagirker hinek malên sivîlan veguherandine karantînayan ji bo nexweşên ku tîne herêmê. Ew nexweş ne ji Sûriyê ne. Ew nexweş tirk in.”

El- Ebid destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmê siyaseta guhertina demografîk dimeşînin, şêniyên resen didin koçberkirin û malbatên çeteyan li şûna wan bi cih dikin.

El- Ebid di dawiya axaftina xwe de got: “Çeteyên ku Tirkiye desteka wan dike û niha li Serêkaniyê û Girê Spî ne, bi xwe çeteyên DAIŞ`ê ne. Lê navên cuda lê kirine. Li cem me zêdetirî 140 navên çeteyên DAIŞ`ê hene. Ev çete niha di nava qaşo Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê, de ne."

(şx)

ANHA


Mijarên Din