Hemas ji bo hilbijartinan 45 girtî serbest berda

Wezareta Hundirîn û Ewlekariyê ya Neteweyî ya Tevgera Hemasê li Xezayê, ragihand ku 45 girtiyên ewlekariyê di çarçoveya xurtkirin û amadekirina rewşa hundirîn ji bo pêkanîna hilbijartinan, serbest hatin berdan.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got: "Desteya Dadwerî ya Leşkerî û saziyên ewlekariyê yên peywendîdar, dosyayên hejmarek girtiyên ku ji ber dozên ewlekariyê hatine girtin şopand û careke din lêvegerek ji rewaşa wan re hate kirin." Li gorî daxuyaniya wezaretê, dosyayên 45 girtiyan hatin qedandin û serdest berdan.

(dx)


Mijarên Din