Helwesta gel siyasetên dewleta Tirk ên li dijî herêmê têk birin

Dewleta Tirk a dagirker ji bo jihevxistina pêkhateyên gelên li herêmên Rêveberiya Xweser hemû rê û rêbaz daye ber xwe. Lê helwesta pêkhateyan planên wê yên li ser herêmê têk birin.

Dewleta Tirk a dagirker di dirêjeya dîroka xwe de şerê gelên herêmê dike, nexasim gelên ku hewl didin azadiya xwe bi dest bixînin. Dijberiya dewleta Tirk a li hemberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya xwedî tecrûbeyeke guncaw, mînaka herî ber bi çav a vê yekê ye.

Ev dijbertî bi rêbazên cûda û eşkere têne kirin. Ji ber ku dewleta Tirk êrişên leşkerî li dijî herêmê pêk tîne, hewl dide dagirker bike û demografyayê wê biguhere û ziman û nasnameya wî biçewisîne. Her wiha siyaseta koçberkirin, dorpêçkirin, tî û birçîkirin, şer taybet a bi rêya derbaskirina sîxurên xwe ji bo jihevxistina pêkhetayên gelên herêmê bi kar tîne.

ÊRIŞÊN RASTERAST Û YÊN NE RASTERAST

Bi destpêka rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, dewleta Tirk hewl da bi hemû rêbazan ewlehî û aramiya herêmê xirab bike. Di vê çarçoveyê de siyaseta şerê bi wekîlan da meşandin û destek da çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra da ku êrişî herêmê bikin. Mînaka vê yekê êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên sala 2014'an ên li ser bajarê Kobanê bû, ku şervanên YPG û YPJ'ê li hemberî wê şerekî serdemî raber kirin, berxwedana Kobanê destpêka têkçûyîna DAIŞ'ê bû.

Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê şikestin, dewleta Tirk bi awayekî rasterast ket dorê û di 20'ê Çileya 2018'an de şer li hemberî kantona Efrînê ragihand. Li ser vê yekê bi çekên giran, balafirên şer û êrişên bejayî êrişên giran birin ser Efrînê, şervanên YPG û YPJ'ê berxwedana bêhempa dan meşandin. Di encama êrişan de, bi deh hezaran sivîl koçber bûn

Li hemberî van êrişan û zêdegaviyan civaka navneteweyî têne daxuyanî didan û tu gavên pratîkî nihatin avêtin. Hinceta Tirkiyê ji van êrişan, rizgarkirina herêmê û vegerandina koçberan bû, ev êriş piştî vekişandina ji nişkê ve ya hêzên Rûs dest pê kirin.

Çavbirçîbûna dewleta Tirk li vir sînordar nema. Lê belê careke din bi hinceta avakirina "herêma ewle" ji bo koçberên li ser xaka xwe, di Cotmeha 2019'an de, anku piştî vekişandina hêzên Amerîkayê, êrişên dagirkirinê li dijî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ragihand. Vekişandina Amerîkayê ji herdu bajaran mîna şewqa kes ji dewleta Tirk re bû da ku êrişî herêmê bike.

Mîna li bajarê Efrînê, dewleta Tirk a dagirker li herdu bajaran sûcên şer li dijî sivîlan pêk anîn. Şervanên QSD'ê li hemberî êrişan sekinîn û li gorî peymana di navbera Rûsya û Tirkiyê de, QSD'ê dirêjahiya 30 km ji sînor vekişiya.

Di encama êrişên dewleta Tirk ên li ser herdu bajaran zêdeyî 300 hezar sivîl koçber bûn, binsaziya herêman wêran bûn, her wiha çeteyan wê rê li ber sivîlan girtin û li ser rêya M4 qirkirinên meydanî pêk anîn, şehîdxistina sekretêra Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef mînaka vê yekê ye.

Li hemberî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên bi armanca têkbirina projeya demokratîk, helweta gel aktoreke girîng e ku Tirkiyê nikaribe bighêje armancên xwe.

Hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya herêma Firatê Ehmed Şêxo dibêje ku dewleta Tirk di kirîn û bikaranîna çeteyan de bi ser ket , lê di kirîna gelên herêmê de bi bin ket û wiha domand: "Şerê ku li hemberê herêmên me ragihand û dagirkirina hin herêman mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî nîşan dide ku dewleta Tirk di pêkanîna armancên xwe ya bi rêya şerê bi wekîlên xwe an ku çeteyên xwe, de bi bin ket."

Şêxo bang li pêkhateyên herêmê kir ku ji şerê dewleta Tirk netirsin û got, berxwedana pêkhateyan a li hemberî dewleta Tirk dê wê neçar bike ku ji fikra êrişê paşde vegere.

Dewleta Tirk a dagirker hê jî ji her derfetekê bi destê wê dikeve sûdê digire da ku sivîlan qetil bike û wan koçber bike, cara caran bi rêya sîxûrên xwe, cara caran jî bi rêya dronan malên sivîlan dike armanc. Mînaka vê yekê komkujiya li gundê Helincê yê bajarê Kobanê ye ku bi dronekê 3 jinên çalakvanên jin ên sivîl kirin armanc. Dîsa jî rojane navçeyaê Eyn Îsayê topbaran dike da ku tirsê di nav sivîlan de çêbike.

Cîgirê Serokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Arif Balî li ser mijarê wiha dibêje: "Dewleta Tirk rasterast destek da çeteyan da ku êrişî herêmên me bikin, sînor ji wan re vekir. Di encamê de bi sedan şêniyên me şehîd bûn. Lê di dawiyê de em li hemberî çeteyan bi ser ketin. Ji ber vê yekê di dema dawî de bi balafirên bê mirov êrişî malên sivîlan kirin."

Balî girîngiya xwedîderketina li xeta şehîdan kir û wiha got: "Divê em li ser xaka xwe bimînin, ji ber ku heger em dest ji xaka xwe berdin tê wateya ku em dest ji xwîna şehîdên xwe berdidin. Divê gelên li herêmên Rêveberiya Xweser qet nefikirin ku ji vê xakê derkeve, ji ber ku derketin yanî destberdana ji nasname û xakê."

EMBARGO, ŞERÊ TAYBET Û SÎXÛRTÎ

Şerê taybet, şerê ragihandina, şerê çandî û sîxûrî, çekên giran ên dewleta Tirk in ku li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne. Armanc dewleta Tirk her tim bi çi rêbazî dibe bila bibe rûxandina civakê û jihevxistina pêkhateyên wê ye.

Îstîxbarata Tirk, bi sedan şêniyên herêmê yên ku ji ber şerê revîn Tirkiyê bi kar anîn, bi hezaran dolar dane wan û ew ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe ew kirin sîxûrên xwe. Pişî ew perwerde kirin derbasî herêmên Rêveberiya Xweser kirin û ew wekî çek ji bo jihevxistina tevana civakî ya herêmên rêveberiyê bi kar anîn.

Hêzên ewlekariyê gelek sîxûr girtin. Zanebûn û hişyarbûna şêniyên herêmê ji van planên Tirkiyê mezintir bûn.

Ehmed Şêxo bi domdarî dibêje: "Dewleta Tirk di dîroka xwe de tê naskirin ku bi hemû rêbazan şerê gelê herêmê dike. Siyasetên dewleta Tirk ji wê zêdetir xwe dispêre jihevxistina gelên ku bi hev re bi aştî û exlaqî dijin. Lê hevgirtina civakî jê re fikran çêdike. Lew ra hewl dida bi hemû rêbazan civakê jihev bixe da ku bixe bin kontrola xwe. Dema ku neghêje armanca xwe, rêbazên mafiya bi kar tîne. Piştî ku di ferzkirina dorpêçê de bi bin ket êriş da destpêkirin. Her wiha rêbazên sîxurkirina şêniyên herêmê de eşkere dibe, ku bi pereyan ew bi aliyê xwe ve dikişîne da ku bi rêya wan planên xwe bi cih bîne, lê ev plan jî têk çû."

Ji rûspiyên eşîra Kîktan ku mezintirîn eşîr li herêmê ye, Îzet  Oskelî destnîşan kir ku pwêstî ciwanên herêmê bi pey hewldanên dewleta Tirk nekevin, ji ber ku ev rê veger jê nine.

Oskelî girîngiya parastina ciwanên herêmê kir û got: "Divê rêya durist nîşanî wan were kirin û di aliyê pirsgirêkên wan ên dirûnî de piştgiriya wan were kirin."

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya girtina sînor embargoyeke li ser herêmê ferz kiriye, ev yek ji rêbazên şer e ku dewleta Tirk hewl dide ku pê gelên herêmê kontrol bike. Lê berovajî vê yekê derket, dema ku şêniyan bi derfetên xwe yên kêm ên xweser debara xwe ya rojane bi cih anîn.

Li ser vê yekê Îzet Oskelî diyar kir ku divê şênî bi siyaetên dorpêçê ku dewleta Tirk bi rêya wê hewl dide herêmê ji şêniyên wan vala bikin û çeteyan derbas bikin, bi bandor nebe. Divê I hemberî vê siyasetên bisekinin. Oskelî got: "Em li pêşberî du bijêrdekan e; man û nemanê ye."

ANHA


Mijarên Din