Heleb li hemberî faşîzma Tirk banga bilindkirina asta berxwedanê kir

Komîteya Perwede û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk a bajarê Helebê , êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê , ku di encamê de bi sedan sivîl şehîd bûn, şermezar kir.

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk KPC-D, di çarçoveya rêze çalakiyên protestokirina tawanên dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, daxuyaniyek da raya giştî û bang li Civaka Navnetewî kir ku bi berpirsyaretiyên rabe û komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmê bisekinîne.

Daxuyanî li pêşiya konê piştgiriya berxwedanê ya li qada 19`ê Şehîdan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd, ji aliyê endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Zehde Reşîd ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate hate destnîşankirin ku dîroka gelê Kurd bi efsaneyên lehengiyê bi nav û denge û got ku serkeftin a Kurd e û berxwedana bav û kalan wek şemeadana di rêya berxwedanê de ye.

Daxuyaniyê her wiha behsa komkujiyên êrîş û bombebarana artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê derheqê gelê Sûriyê bi giştî kir.

 Di dawiya daxuyaniyê de, hate tekezkirin ku yek rêzî girîng e û divê asta berxwedanê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk were bilindkirin.

(rr)

ANHA


Mijarên Din