Heke dewleta Tirk êrîş kir û DAIŞ revî, dê kî bihayê wê bide?

Pirî caran QSD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî xetereyên çeteyên DAIŞ’ê yên girtî û malbatên wan ên li kampan, hişyarî dan. Ev xetere jî bi gefên dewleta Tirk re zêde dibin. Lê belê gelo cîhan tevahî dizane ka dema DAIŞ bi êrîşkirina dewleta Tirk a li dijî herêmê re revî, kî dê bihayê wê bide?

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê xetereyên derketina girtiyên DAIŞ’ê yên herî tundraw di cîhanê de, ji bin serweriyê û yên ku ji zêdetirî 50 dewletên erebî û biyanî ne, gelek caran hişyarî dan.

Divê bê bibîrxistin ku car caran dewletên biyanî rastî êrîşên terorî yên dem bi dem tên. Li Ewropa û Amerîkayê mirovên piştgirên fikra tundraw hene. Lê belê hêza wan a pêkanîna êrîşên terorî yên kujer tune ye. Lê li aliyekî dîtir heke DAIŞ’iyên di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de girtî reviyan, dê dewletên Ewropayê rastî êrîşên terorîst ên kujer bên. Belkî jî ji zêdetirî êrîşên berê bin ku DYA û Brîtanya lê rast hatine.

Li gorî raporên çapemeniyê û Navenda Lêkolînên Stratejîk, DAIŞ’iyên girtî (jin, mêr û heta jî zarok) ên li gel QSD’ê yên xeternaktirîn cureyên terorîstan in. Ji ber ku fikra tundraw a wan yekane ye. Ji ber ku ew tenê bi DAIŞ’ê re heta dawiyê li gundê Baxozê yê Dêrazorê man û şer kir.

Agahiyên heyî îşaret pê dikin ku piraniya wan çete û tundrawan vîzeyên Ewropayê werdigirin. Heke êrîşek li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hat û QSD bi êrîşê re mijûl bû, dê bi rêya dewleta Tirk a ku qedexe nake, birevin Ewropayê. Ji ber ku sînorê Tirkiye- Sûriyê, sînorê derbasbûna DAIŞ’iyan ji tevahî cîhanê bû ku niha jî bi navê "Xaka Xîlafetê" tê nasîn. Di Tirkiyê re hatin û dê di Tirkiyê re jî berê xwe bidin welatên xwe.

Li vir jî tê destnîşankirin ku biryara Trump a radestkirina erka nobetdariya DAIŞ’iyên li Sûriyê ji dewleta Tirkiyê re, ne tenê şaşbûn û çewtiyek e, lê belê dê bi xwe re karasetekê li ser tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê bîne.

Dewleta Tirk çer ku gefan li dewletên Ewropayê bi rêya koçber û penaberan dixwe "yên ne teror" û yên ku dewletên Ewropayê wek barekî giran dibînin, lê çawa dê dewletên Ewropayê heke Enqereyê serwerî li girtîgehên ku tê de DAIŞ hene kir, qebûl bike. Dê Enqere wan tundrawan bişîne Ewropayê da ku xwe ji xwestekên wê re daxîne.

Raporên tevahî ajans, rojname, malper û kanalên biyanî û erebî îşaret pê dikin ku DAIŞ di dewleta Tirkiyê de û bi rêya hêsankirina îstixbartên wê derbasî Sûriyê bûn. Her wiha jî ji hêla QSD’ê ve di şerê li dijî DAIŞ’ê de ew hatin girtin.

Rayedarekî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyar kir ku herêmên berfireh hene ku ji xetereya vegera DAIŞ’ê re bi taybet hê jî têkbirina şaneyên veşartî bi dawî nebûye, guncaw e. Herêmên ku xetereya vegera DAIŞ’ê mîna bajarê Reqayê yê ku berê "paytexta xîlafetê" bû anku parêzgeha Dêrazorê, kampa Holê ya ku tê de bi deh hezaran jin û zarokên DAIŞ’î yên ji serî heta binî ve bi fikra tundraw re ne, hene.

Pisporan hişyar kir ku piştevaniya Trump a plana dewleta Tirk a êrîşkirina li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bi xwe re tevliheviyê li herêmê bîne û ji nû ve DAIŞ’ê vejîne.

Li gorî NBC ya Amerîkayê, analîzvanan jî piştrast kir ku biryara DYA’yê ya sekinandina li rex dewlet Tirk û hiştina êrîşkirina li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gefan zêde tevliheviya aramiya herêmê ya şer ew wêrankirî, dixwe. Her wiha jî şer li dijî DAIŞ’ê asteng dike û şerê di navbera dewleta Tirk û şervanên Kurd de fireh dike.

Seroka Bernameya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li "Chatham House" a Brîtanyayê Lîna Xetîb wiha got: "Êrîşkirina dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê derfeta şer di navbera dewleta Tirk û Kurdan de vedike, lê belê şanseke mezin dide DAIŞ’ê da ku xwe ji nû ve li herêmê bi rêxistin bike."

Michael Stevens lêkolînerê li Peymangeha Royal United a Xizmetguzariyan ku navenda lêkolînên dîtir ku navenda wê li Londonê ye, anî ziman ku der barê biryara Amerîkayê de matmayî nema û hişyar kir ku dê bi xwe re di pêşerojê de li ser herêmê sûc û karesatên giran bînin.

Michael Stevens wiha lê zêde kir: "Di dawiyê de pirs ew e ku gelo ku DYA dê vekişe, lê belê çawa û kengî? Tişta herê bi fikar ew e, ji vê kêliyê de mekanîzmaya rêvebirina DAIŞ’ê ye."

Rola şervanên QSD’ê ya girtîngirîn û qehreman di şerê li dijî DAIŞ’ê de di baregehên berê mîna Reqayê de hebû. Niha jî li gel QSD’ê bi hezaran DAIŞ’î di kamp û girtîgehan de hene. Piraniya wan jî biyaniyên herî xeternak in ku hêzên rojavayê vegerandina wan red kir.

Di rapora salane ya dawî de der barê operasyona Amerîkayê li Sûriyê ya ku di Tebaxê de hatiye weşandin, venêrînerê giştî yê Wezareta Parastinê got: "Hê jî DAIŞ li Sûriyê û Iraqê xetereyê çêdike."

Koşka Spî jî di daxuyaniyekê de roja duşemê got niha dewleta Tirk berpirsyariya hemû çeteyên DAIŞ`ê ku di 2 salên dawîn de li herêmê hatin girtin, radike.

Lîna El-Xetîb ji Chatham House wiha got: "Pir zehmet e bifikirî ku dê zindanên ku çeteyên DAIŞ`ê lê ne ku di bin kontrola QSD`ê de ne, radestî Tirkiyê bikin."

Her wiha Ilan Goldenberg, berpirsê bernameya ewlehiyê li Rojhilata Navîn li Navenda Ewlekariyê ya Nû ya DYA`yê, behsa xwepêşandanên li Iraqê û vekişandina DYA kir û wiha got: "Dibe ku rê bide êrîşa Tirkiyê û firseteke mezin ji DAIŞ`ê re çêke."

Rojnemeya Guardian a Brîtanayayê li ser zimanê fermandarên QSD`ê ragihand ku çarenûsa deh hezaran çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan ne diyar e, piştî vekişandina hêzên DYA`yê ji sînorê Tirkiyê û Sûriyê û hevkarên xwe QSD rû bi rû bûna bi êrîşa Tirkiyê re bi tenê hiştin.

Rojnameyê li ser zimanê berdevkê MSD`ê Emced Osman roja duşemê ragihand ku hîna ne zelal e dê çi li girtiyan bibe û wiha got: "Me pir caran bang li dewletên biyanî kir ku berpirsyariya hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î rakin. Lê tu bersiv tune bû."

Rojname dibîne ku ne diyar e eger Tirkiye dixwaze girtiyên di zindanên QSD`ê û kampên koçberan de bigire lê na, di demekê de ku fermandarên QSD`ê behsa çûyîna şervanên xwe li sînor dike, ku çete jî hewl didin di zindan û kampan de xwe bi rêxistin bikin.

Nêzî 70 hezar jin û zarok li kampa Holê ne ku tenê 400 şervanên QSD`ê parastin û çavdêriya wan dikin.

Her wiha rojname dibîne ku heta ku hêzên Fransa û Brîtanyayê berpirsyariya wan kamp û zindanan rake, dema ku şervanên QSD`ê cihên xwe terk bike, ew nikarin wê yekê bikin, bi taybet ku pêwîstiya wê bi hejmareke mezin ji hêzan heye ku berpirsyariya wan rake.

Der barê mijarê de, gelek siyasetmedarên DYA’yê yên niha û berê, metirsiya xwe ji vegera DAIŞ`ê ku DAIŞ`yên li gel QSD`ê girtî birevin anî ziman. Rojnameya Washington Post beriya niha destnîşan kir ku kesên bi DAIŞ`ê re li herêmên derdora kampa Holê dan û standinan dikin, dikaribûn komeke ji DAIŞ`yan birevînin ku hin raporan diyar kir ku hin ji wan pasaportên wan ên biyanî hene, bi wê yekê dikarin bi hêsanî sînorê Tirkiyê derbas bikin.

Nûnera berê ya DYA’yê li gel NY`ê Nikki Haley wiha got: "Eger em bixwazin hevkarên me desteka me bikin, divê em jî bi heman rêyê desteka wan bikin. Rola QSD`ê di serkeftina li dijî DAIŞ`ê li Sûriyê de aktîf bû. Hiştina wan ji mirinê re pir şaş e."

Liz Cheney yek ji endamên parlamentoya Amerîkayê, biryara Trump wiha wesifand: "Şaşiyeke mezin e ku destkeftiyên me li dijî DAIŞ`ê dixe metirsiyê û gefan li ewlehiya Amerîkayê dixwe."

Liz di tweetekê de wiha got: "Ev biryar dersa 11`ê Îlonê paşguh dike. Terorîst dikarin bi dûrbûna hezaran metreyan êrîşên li dijî DYA`yê pêk bînin."

Her wiha cîgirê Mala King ku beşdarî Komîteya Îstixbarat û Ewlehiya Hundirîn bûye, wiha got: "Ez biryara Trump a rêdayîna Erdogan ku Sûriyê dagir bike, red dikim. Ev xiyaneteke bi Kurdan re ye û DAIŞ`ê bi hêz dike, her wiha welatê DYA`yê jî dixe metirsiyê."

Endamê Pentagonê Chris Van Hollen got: "Kurdên Sûriyê bi me re di şerê li dijî DAIŞ`ê de sekinîn ku Tirkiyê ew yek nekir. Biryara Trump a xiyaneta Kurdan ne rast e. Divê Kongre ji Tirkiyê re zelal bike ku eger êrîşî Kurdên li Sûriyê bike, dê temenekî buha bide."

Hollen wiha domand: "Ev xiyaneteke ji hevarên me re ye. Dê zirarên mezin di berjewendiyên me yên ewlehî de çêbike, dê rê bide paqijiya etnîkî û rewşeke ne aram heta demeke dirêj li herêmê çêbike. Bang li Koşka Spî dikim ku biryara xwe biguhere."

Senetorê Cemhurî yê nêzî Trump, Lindsey Graham di tweetekê hişyarî da ku eger Trump plana vekişandina hêzên DYA`yê pêk bîne, dê biryareke fermî bide da ku hewl bide dijberiya wê derkeve. Berdevkê Graham nikaribû detayên biryarê bêje, lê îşaret bi avakirina forma wê kir.

Her wiha nûnerê DYA’yê yê berê li gel Koalîsyonê Brett McGurk di tweeteke xwe de diyar kir ku bi biryara Trump a vekişandina ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî ku bi telefonê bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re axivî, xelatek pêşkêşî Rûsya, Îran û DAIŞ`ê kir.

McGurk diyar kir ku tu niyetên Tirkiyê ji bo rêvebirina 70 hezar DAIŞ`iyên di baregeha Holê de tune ye, ew jî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê û Wezareta Parastinê ya Amerîkayê hişyarî ji koka DAIŞ`ê kir û wiha got: "Fikrandina berovajî wê, gefan li ewlehiya me ya neteweyî dixwe."

(fr-jo)

ANHA


Mijarên Din