Hejmara xwendekaran li dibistana koçberên Girê Spî zêde ye

Hejmara xwendekaran li dibistana kampa koçberên Girê Spî 3 qat zêde bû û Rêveberiya Dibistanê alîkarî xwest da ku xebata perwerdeyê bi ser bikeve.

Bi destpêka sala nû ya perwerdeyê re, Rêveberiya Dibistana Kampa Koçberên Girê Spî bi pirsgirêka hejmara xwendekaran li gorî tengbûna dibistanê rû bi rû ye.

Dibistana Koçberên Girê Spî di 9'ê Kanûna sala borî de hate vekirin. Dibistan 23 kom in ku têra 400 xwendekarî dike. 32 mamoste ji hemû branşan û ji niştecihên kampê li ser perwerdeyê disekinin.

Wekî gaveke alîkariyê, Rêveberiya Sivîl a Reqayê  soz da Rêveberiya Dibistana Koçberên Girê Spî ku 30 mamosteyan ji hemû branşan erkedar bike, nemaze piştî ku rêxistinên mirovî yên li herêmê erka xwe bi cih neanîn.

Bi destpêka sala nû ya perwerdeyê re, hezar û 200 xwendekarên ji kampê berî dan dibistanan. Ev yek di belavkirina wan li refan bûye pirsgirêk.

Girêdayî vê mijarê nûnerê dibisana kampê Marûf Şêx Salih got: "Hejmara heyî ya xwendekaran li gorî cih 3 qat e. Nemaze ku rêgezên dûrbûna civakî ya ji ber korona vîrusê di ber çavan re were derbaskirin."

Şêx Salih diyar kir ku herî kêm pêwîstî bi 35 konên din heye ku karibe vê hejmarê bihewîne. Her wiha destnîşan kir ku Rêveberiya Sivîl a Reqayê soza xwe bi cih anî û 30 mamoste ji hemû branşan erkedar kirin.

Nûnerê dibistanê Marûf Şêx Salih destnîşan kir ku ji ber kêmbûna pêwîstiyên tenduristiyê zehmetiyan dikişînin û got, li dibistanê tenê 12 teb hene, pêwîstiyên tenduristiyê gelekî kêm in. Her wiha bang li aliyên têkildarî û rêxistinên mafên mirovan kir ku destekê bide dibistanê da ku perwerde bi ser bikeve û rewşa malbatên xwendekaran ên koçber di ber çavan re derbas bikin û alîkariyên perwedeyê pêşkêşî wan bike.

Dibe ku hejmara xwendekaran di dibistanê de bigihêje hezar û 500'î. Ji ber ku tomarkirina refa yekemîn hîna di destpêkê de ye.

Li gorî rêveberiya kampê, hejmara koçberên di kampê de 3 hezar û 530 ne û hejmara zarokên ku ji hêla temenê qanûnî ve destûr tê dayîn ku bikevin dibistanan nêzîkê 1500 zarok e.

ANHA


Mijarên Din