Hejmara qurbaniyên li Germiyan bûn 4 kes

Çeteyên DAIŞ’ê li herêm Germiyan şevê din êrîşî noqeteya Asayîşê ya bajaroka Kokis kirin. Di encama êrîşê de 3 endamên asayîşê jiyana xwe ji dest dan û 6 kes birînbar bibûn. Îro yek ji birîndaran ji ber rewşa xwe ya giran jiyana xwe ji dest da.

Çeteyên DAIŞ’ê şevê din li gundê Kuleco yê girêdayî bajaroka Kokis a ser bi Kifrî êrîşî noqteya Asayîşê kirin.  Di encama êrîşê de 3 endamên asayîşê jiyana xwe ji dest dan û 6 kes birîndar bibûn. Îro pêşmergeyek birîndar ji ber rewşa wî giran bû jiyana xwe ji dest da. Bi vî awayî qurbaniyên êrîşa DAIŞ`ê bûn 4 û ya birîndaran jî 5.

Têkildarî êrîşê Rêveberê Asayîşa Kokis Simko Cebar ev agahî dan Rojnewsê: "Di encama êrîşê de du karmendên me yên bi navê Aso Celal û Heyder Fuad şehîd bûn û 6 kesên di nava wan de sivîl û pêşmerge û endamên asayîşê heyîn birîndar bûn. Her wiha şevê din piştî ku hêzên pêşmerge  hewara me hatin, di rê de bombeyek bi wan ve teqiya. Pêşmergeyê bi navê Berzan Ehmed şehîd bû. Mixabin îro danê sibehê yek ji pêşmergeyê birîndaran ê bi navê Piştîwan Mihemed ji ber ku giran birîndar bibû dema rakirin nexweşxaneya Silêmaniyê di rê de şehîd bû. Bi giştî hemara şehîdan bû 4 û birîndaran jî 5."

Ji aliyê din ve, Îdareya Germiyan bi daxuyaniyekê ragihand ku hejmara birîndaran 8 kesin, bêyî ku nasname û hûrbîniyan bide.


Mijarên Din