Hejmara koçberan li Şedadê zêde dibin û rêxistinên mirovî alîkariyê nakin

Heta niha 150 malbat ji ber komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xwe li navçeya Şedadê girtine, di demekê de ku ji bilî saziyên Rêveberiya Xweser ti  rêxistinên mirovî nabin alîkar.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra yên navê "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" li xwe dikirin bûn sedema kareseteke mirovî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di encamê de bi sed hezaran şênî ji malên xwe hatin koçberkirin û malbatên çeteyan hatin bicihkirin.

Şêniyên koçber bûne xwe li herêmên her bi ewle yên di bin parastina QSD‘ê de girtine. Di demekê de ku rêxistinên mirovî yê navdewletî ji karê xwe dûr ketine, Rêveberiya Xweser bi derfetên kêm ew bi cih kirin û pêwîstiyên wan peyda dikin.

Li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê û gundên wê zêdeyî 150 malbat anku 2 hezar kes di dibistanan de bi cih bûne.

Endamê Rêveber ê Meclisa navçeya Şedadê Serhan El-Dixêm destnîşan kir ku li navçeyê 50 malbat niştecihên resen ên herêmên êriş lê hatin kirin e û 100 malbatên cotkar in ku ji beriya 20 salan ve li herêmên li nêzî sînor dixebitîn hene.

Serhan anî ziman ku malbatên koçber ji ber dijwariya êrişan ji bilî cilên li wan tişek din bi xwe re ranekirin.

Malbatên koçber di nava şert û mercên zehmet de ne û pêwîstiya wan a  lezgîn bi çareseriyê heye, ji ber ku li gel hebûna dagirkeran li warê wan nikarin vegerin.

El-Dixên bal kişand ku şêniyên navçeya Şedadê di aliyê alîkardayîna bi koçberan kêmanî nekir û got, şêniyan nivîn û cil dane wean ta rêxistinên mirovî û Rêveberiya Xweser pêwîstiyên bi cih anîn.

(bb)

ANHA


Mijarên Din