Xelkê Girê Spî di kampan de berxwedaniya xwe dewam dikin

Xelkê Girê Spî rexmî zehmetiyên ku di kampan de dikişînin jî li hember dagirkeriya dewleta tirk berxwedaniya xwe berdewam dikin.

Hejmar koçberan a ber bi kampa Girê Spî ve roj bi roj zêde dibe. Hejmara wan niha gihaştiye hezar û 164 koçber. Kampa Koçberan a Girê Spî rojane ji 7-10 malbatan pêşwazî dike.

Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêma Girê Spî û çeteyên wê zêdeyî 65 kes hatin  koçberkirin. Koçber li bajarê Reqayê û gundewarê wê yê bakurê bi cih dibin ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tên bi rêvebirin. Hin ji din li gel xizmên xwe û hin din jî mal girtine.

Bi zêdebûna domdar a hejmara koçberan re rêveberiya kampê zehmetiyan di peydakirina pêwîstiyên sereke wekî betanî û madeyên xwarinê de dikşînin. Pirsgirêka herî mezin kêmbûna betaniyan e.

Li ser mijarê hevserokê Rêveberiya Kampa Koçberên Girê Spî Mihemed El-Şêx diyar kir ku ew rojane bang li rêxistinên mirovî û aliyên têkildar dikin da ku alîkariya koçberan bikin, lê heta niha bersiv nehatiye dayîn. Mihemed El-Şêx  got: “Tenê rêxistinên herêmî wekî Hevya Sor a Kurd  alîkariyê dike û Rêveberiya Xweser alîkariyan wekî çadir, sobe û sotemanî pêşkêş dike. Ji ber zêdebûna hejmara koçberan li gel xemsariya rêxistinên mirovî dê rewşa mirovî ya li kampê aloztir bibe.”

Koçbera bi navê Fida El-Nekaş a ji gundê Şergirakê ya kantona Girê Spî jî wiha got: "Ji beriya 4 rojan em hatin kampê, heta niha me betanî nestendine. Me hinek betanî ji cîranan standine da ku me ji sermê biparêz in."

Fida bang li rêxistinên mirovî û aliyên têkildar kir ku alîkariyê pêşkêşî wan bike û diyar kir ku dema ji mal derketin tiştek bi xwe re nebirin.

Kampa Koçberên Girê Spî ji aliyê Mecisa Kantona Girê Spî ve bi hevkariya Meclisa Sivîl a Reqayê hate avakirin.

ANHA


Mijarên Din