Hejmara cînayetên jinan li Tirkiyê zêde dibe

Ji destpêka ku Tirkiyê hevpeymana Ewropayê ya têkildarî tundiya li ser jinan erê kir, her sal hejmara cînayetên jinan zêdetir dibe, di sala derbasbûyî de 440 jin hatin qetilkirin.

Rêxistana ‘We Will Stop Femicide’ ku navenda wê li Stenbolê ye, diyar kir ku ji sala 2010`an ve li Tirkiyê zêdetirî 2 hezar û 600 û di vê salê de heta niha herî kêm 300 jin hatine qetilkirin.

Sekretera giştî ya komê Fîdan Ataselîm got zilam Tirkiyê wek welatekî nûjen ku jin tê de bi hemû mafên xwe şa bibin, napejirînin û hin zilam jî mafê jiyanê ji jinan re nabînin.

Tirkiye di 2011`an de yekemîn dewlet bû ku hevpeymana Ewropayê ya têkildarî tundiya li dijî jinan îmze dike, lê ji ber guhartina rewşê zêde nekete meriyetê û di meha derbabûyî de ji ber jina bi navê Emîne Bulut li ser destê hevserê wê yê berê bi kêrê hate qetilkirin, girseya gel xwepêşandan li dar xist û hashtaga “#Olmekistemiyoruz” (Em naxwazin bimirin) li ser medyaya civakî dest bi pêngavê  kir.

Parêzereke ji Stenbolê Hulya Kolhar got: “Têkildarî tundiya li ser jinan di sala derbasbûyî de min arşîva dewleta Tirk a 2009`an bi dest xist û li ser vî esasî Wezareta Dadê qetilkirina 953 jinan di 7 mehên destpêka salê de tomar kir, paşê hejmara salê pêkve bû 171.”

Radyoya Dengê Amerîkayê ragihand ku ji ber beşdariya hikumetê ji pirsgirêkê re, paşguh dike û siyasetmedaran îşaret bi newekheviya di navbera jin û mêran de kir.

Parêzereke din ku ew jî ji Stenbolê ye Ozlem Ozkan, bûye şahida awayê têkiliyên desthilatadaran bi muwekîlên wê re. Ozlem ji radyoyê re ragihand ku jinên rastî lêdanê hatine, çûn gel polîsan û got bila gazinên me pêşkêş nekin, ji ber ku dê hevserê me li me bînin xezebê. Ozlem Ozkan got min bi guhê xwe bihîst jinên rastî lêdanê hatine, parêzeran ji wan re digotin hûn doza berdanê dikin, tenê ji ber ku yarekî we heye.

 (eh)


Mijarên Din