Hejmara birîndarên êrişa li ser gundê Sukeriyê gihişt 9‘an

Hejmara sivîkên ku di êrişa çeteyên Tirkiyê ya li ser gundê Sukeriyê de birîndar bûn gihişt 9‘an. Hate ragihandin ku kerewanên çeteyan ber bi gund ve çûn ji bo gund vala bikin.

Çavkaniyekî ji bajarê Girê Spî ragihand ku 9 kes ku ji ber êrişa çeteyên "Feyleq El-Mecid" a artêşa Tirk a li ser gundê Sukeriyê ya Girê Spî birîndar bûne, gihiştin nexweşxaneya Wetanî ya bajêr.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji nexweşxaneyê dane ANHA‘yê, navê birîndaran ev in: "Îbrahîm Mûsa El-Elî, Elî Mûsa El-Elî, zarokê bi navê Ehmed Mustefa El-Xelef, Ayid Ebdulxenî El-Xelef, Mûsa Mustefa El-Elî, Ebûd Elî El-Mihemed, Abdullah El-Xelef, Mihemed Abdullah El-Xelef, Ayid Xelîl El-Mihemed".

Hate diyarkirin ku rewşa piraniya birîndaran giran e.

Çavkaniyan diyar kirin ku piştî bûyerê kerewanekî çeteyên "Ehrar El-Şerqiya" ber bi gund ve çû da ku gund ji şêniyên wê vala bikin û veguherînin nuqteyek leşkerî.

Çeteyên bi navê Feyleq El-Şam ya girêdyaî dewleta Tirk a dagirker li gundê Sukeriyê yê rojavayê Girê Spî xwestin pezên sivîlan bidizin. Dema şêniyên gundê hewl dan bersiva hewldanê bidin, çeteyan jî gule û bomeyên destan li şêniyan reşandin, piştere reviyan.

ANHA


Mijarên Din