Hejmara birîndarên ji ber gulereşandina çeteyan zêde bû

Di xwepêşandana şêniyên a li dijî kiryara çeteyan a li dijî jineke ji gundê Toxaza Mezin ê bajarê Cerablusê yê dagirkirî de, çeteyan gule li sivîlan reşandibûn û 3 jin û 2 zarok birîndar bûn.

Şêniyên gundê Toxaza Mezin ê Cerablusê yê dagirkirî ku dikeve bakurê rojhilatê bajarê Minbicê ya li ser xeta Sacor a di navbera çeteyên Dirî Firat û Meclisa Leşkerî ya Minbicê de, xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandan ji ber redkirina kiryarên çeteyan ên li dijî sivîlan pêk hat ku di vê dawiyê de li jinekê dabûn û gule avêtibûn lingê wê.

Li gorî çavkaniyên ji gund, şênî kom bûn û ber bi navendên çeteyan ên li gund ve çûn, navendên wan şewitandin, lê çete bi guleyan li hember wan sekinîn, di encamê de 5 kes birîndar bûn ku 3 jin û 2 zarok in.

Jina bi navê Rexda Îsa (20) ku ji gundê Toxaza Mezin e, rakirin nexweşxaneyên bajarê Minbicê, lê belê hê jî jinên birîndar ên din li gund in, sivîl hewl didin wan rakin bajarê Minbicê, ji ber metirsiya ku nekevin destê çeteyan heke rakin Cerablusê.

Bi hewldaneke ji çeteyên dagirkeriyê ku tu bertekên dîtir ji şêniyan dernekevin, ciwanên gund girtin û hewl da  gundê Toxaza Biçûk ku dikeve  bin parastina Meclisa Leşkerî ya Minbicê agahdar bikin sivîlan bigirin. Lê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li hember çeteyan sekinîn û nehiştin derbasî gund bibin.

Li gel rewşa aloz û awartebûna çeteyên dagirkeriyê, li derdora gund amadekariyên leşkerî yên çeteyan hene ku derbasî gund bibin û sivîlan bigirin.

(fr)


Mijarên Din