Hefteya bê dê gelek xizmet pêşkêşî Hecînê werin kirin

Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan Yûsif di civînekê de diyar kir ku ew ê di hefteya bê de rêjeyek xizmetan pêşkêşî bajarokê Hecînê bikin.

Hevserokê Meclisa Sivîl  a Dêrazorê Xesan Yûsif bi şêx, rûspî û hevserokên saziyên sivîl û yên leşkerî û xelkên Hecînê re civiya. Civîn li avahiya Meclisa Gel hate lidarxistin.

Di civînê de ji şêxên bajarokê Hecînê Yasîn Ebdulrezaq xwest ku xizmeteke baştir ji bo Hecînê were pêşkêşkirin.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan Yûsif bal kişand li ser rewşa xizmetguziyê û got: "Em girîngiyê mezin didin pêkanîna ewlehiyê li herêmê, her wiha em bi aliyên xizmetguzariyê ve bi taybet warê perwedeyê eleqedar dibin."

Şêniyan jî xwestekên xwe gotin, ku piraniya wan der barê xizmetên beşê perwerdê, çandinî û tenduristiyê de bûn.

Yûsif anî ziman ku ew dibistanên bajarokê sererast dikin û pêdiviyên wan bi cih bînin, her wiha dê alavên pêwîst ji Şaredariya Gel re peyda bikin û got: "Em girîngiyê didin herêma Hecînê ji ber ku gelek wêran dîtiye ."

Xesan Yûsif ji şêniyan xwest ku bi rêveberiyên herêmê re bibin alîkar û got ew ê hemû pêwistiyên şêniyan bi cih bînin û pirsgirêkan çareser bikin.

Bajarokê Hecînê  destpêka îsal di pêngava "Şerê Tinekirina Terorê" de ji çeteyên DAIŞ‘ê hate rizgarkirin.

ANHA


Mijarên Din