Hefter soz da ku hêzên dewleta Tirk û çeteyên wê ji Lîbyayê derxe

Fermandarê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Xelîfa Hefter soz da ku hêzên dewleta Tirk ji xaka Lîbyayê derxe û got “Gelê Lîbyayê ji 300 salî de ji bilî kuştin, şer û fetwayan ji dewleta Tirk a dagirker tiştek nedîtiye.”

Xelîfe Hefter di dema serlêdana xwe de ya ji Ketîbeya Tariq bin Ziyad de axivî. Hefter diyar kir ku dê li hember dewleta Tirk û çeteyên wê bisekinin û ji xaka Lîbyayê derxin.

Hefter got: "Em mêtingeriyê qebûl nakin. 300 salan dewleta Tirk li Lîbyayê ma, tenê bi şer hebû. Dê gelê Lîbyayê li hember mêtinger û dagirkeran derkeve û wan derxe. Hedefa me ya sereke derkirina wan e."

Hefter piştrast kir ku çeteyên  hatine Lîbyayê  bi fon û perwerdekirî ne, tu welat û malbatên wan tune ne, tenê navê çetetiyê li wan tê.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SHOR( hejmara çeteyên ku dewleta Tirk ji bo şerê li Lîbyayê şandine, gihaşt 17 hezarî, ji nav wan 350 zarok in.

Dewleta Tirk hîn jî çeteyan ji bo bişîne Lîbyayê perwerde dike. Her wiha hejmara çeteyên ji gelek welatên ku dewleta Tirk wan dihewîne, nêzî 10 hezarî ye, jê jî 2 hezar û 500 ji Tunisê ne, ji Sûriyê bi rêya Tirkiyê û bi piştevaniya MÎT’a dewleta Tirk çûne Lîbyayê.


Mijarên Din