ꞌHeftanînê hesanê piştê yê gelê Kurdistanê yeꞌ

Endamên PYD'ê Fuad Sadî û Abdulhadî Ehmed gotin: "Berxwedana Heftanînê hesanê piştê yê gelên herêmê ye, ji ber ku plan û êrişên artêşa Tirk asteng dike. Lewma divê asta berxwedanê were bilindkirin û projeya neteweya demokratîk were sepandin."

Artêşa Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd û tevahiya gelên  Kurdistanê siyaseta qirkirinê dimeşîne û di demên dawîn de êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê û herêmên Parastinê yên, nexasim Heftanînê dike.

Armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser Kurdistanê nasnameya kurdan e, têkbirina projeya neteweya demokratîk e ya ku kurdan pêşniyar kiriye û piraniya gelên Kurdistanê ji xwe re kirin bingeh. Her wiha hewl dide bi van êrişan careke din desthilata xwe ya Osmanî li Rojhilata Navîn ferz bike û şerê aştiyê jî bike, da ku herêm veguhere qadeke şer û gelan ji hevdu parçe bike.

Li ser mijarê, endamê PYD`ê Fuad Sadî got, artêşa Tirk rêbazê dewleta osmanî dimeşîne, gel û civakan ji hedu parçe dike û bi vê yekê dixwaze careke din serweriya xwe ferz bike.

Fuad Sadî îşaret bi xeteriya êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya demokratîk kir û wiha domand:"Artêşa Tirk bi  êrişên xwe yên dawîn hewl dide herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, lewma divê bersiva van êrişan were dayîn."

Fuad Sadî bal kişand û berxwedana şervanên Hêzên Parastina Gel(HPG) bi "Hestîpişt" bi nav kir û wiha domand:"Tirkiye dizane ku kesên xelkê Şengal, Mexmûrê û herêmên Başûrê Kurdistanê ji çeteyan parastin HPG`ê bûn. Artêşa Tirk ji beriya çend mehan ve li çiyayê Heftanînê ku ji bo gelê Kurd hesanê piştê ye."

Fuad Sadî ev yek li axaftina xwe zêde kir:"Armanca êrişên dewleta Tirk ên li ser Heftanînê têkbirina diyalogên di navbera hêzên Kurd e, yên ku banga yekitiyê û avakirina lêvegereke siyasî-kurdî ku destkeftiyên gelên Kurd û gelên herêmê biparêzin dikin."

'DEWLETA TIRK HEWL DIDE DAGIRKERIYA XWE BERFIREH DIKE'

Endamê PYD`ê Fuad Sadî destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide gelên Kurdistanê qir bike, her wiha hewl dide însiyatîfên banga aşîtiyê dikin têk bibe, di heman demê de kesên banga mafên xwe dike heta li Tirkiyê bi xwe bi jî wan ceza dike.

Sadî diyar kir ku "Dewleta Tirk hewl dide di hemû qadên jiyanê aborî, siyasî, leşkerî û civakî be gelên herêmê biçewisîne, azara gelan zêdetir bike, ne tenê li Başûrê Kurdistnaê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê belê li tevahiya Rojhilata Navîn, mînaka wê jî Yemen û Lîbyayê ku hewl dide ji nû ve dagirkeriyê xwe berfireh bike."

Fuad Sadî da zanîn ku tekane rêya astengkirina plan û êrişên artêşa Tirk bilindkirina asta berxwedanê û bicihkirina projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan e.

Endamê PYD'ê Abdulhadî Ehmed got ku dewleta Tirk hewl dide gelê Kurd qir bike, nasnameya wan biçewisîne û vîna gelên Kurdistanê bişkîne, ji ber vê yekê êrişî herêma Heftenînê dike. Ehmed wiha li axaftina xwe zêde kir:"Şervanên azadiyê berxwedaneke mezin raber dikin, ev berxwedan dê rê li pêşiya planên Tirkiya dagirker bigire."

Abdullhadî Ehmed di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku Osmaniya nû di dewleta Tirk de diyar dibe, dixwaze Rojhilata Navîn serwer bike, lewma çeteyên DAIŞ, Cebhet El-Nûsra û bi navên cuda terorîstên ava kirm ji bo li hemberî gelên herêmê şer bikin wan şand Sûriye û paşê wan şand derve jî, mînaka wê jî rewşa Lîbyayê ya niha ye, lewma mirov dikare bibêje ku armanca dewleta Tirk dagirkirin e.

(eh)

ANHA


Mijarên Din