​​​​​​​Hediye Yûsif: Rizgarkirina Efrînê navnîşana sereke ya hemû hevdîtinên dîplomatîk in

Endama Koordînasyona Kongreya Star Hediye Yûsif destnîşan kir ku "Divê xeta têkoşînê berdewam bike da ku şêniyên Efrînê bi garantiya navnetewî vegerin warê xwe."

2 sal di ser dagirkirina Tirkiyê ya li kantona Efrînê re der bas bû. Ji du salan ve li Efrînê siyasetên koçberkirina bizorê, valakirina herêmê, guhertina demografîk, talankirina şûnwarên herêmê û têkbirina çand û şêwazên jiyana gelên wê têne meşandin.

Li beramberî van siyasetên şêniyên Efrînê yên ji warê xwe hatin koçkirin li kantona Şehbayê berxwedana xwe didomînin, dibêjin ku ji bilî berxwedana ti rêyên rizgarkirina Efrînê û vegera li welat tunene.

Bi wesîleya salvegera duyemîn a destpêkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser kantona Efrînê, endama koordînasyona Kongreya Star Hediye Yûsif ji ANHA`yê re axivî. Hediye Yûsif behsa rewşa heyî li Efrînê, hewldanên siyasî û dîplomatîk ji bo dawîkirina dagirkeriyê û vegera koçberan kir.

2 SAL EFRÎNÊ DAGIR BÛYE Û REJÎM BÊDENG E

Hediye Yûsif bi bîr xist ku 2 sal li ser êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker çeteyê wê yên li ser kantona Efrînê re derbas bû û destnîşan kir ku êrişên li ser Efrînê û komkujiyên li dijî sivîlên wê di nava bêdengiya navdewletî û ya rejîma Sûriyê de hat.

Hediya Yûsif got: "Di dirêjahiya êrîşan de bêdengiyeke balkêş ji aliyê civaka navnetewî bi giştî û rejîma Sûriyê bi taybet ve hebû. Hin daxuyaniyên lewaz û şermok yên şermezarkirin derketin. Lê heta niha rejîma Sûriyê ti daxuyanî yanî jî hewlestek der barê binpêkirinên ku Efrînê ya dagirkirî rû didin de nedaye."

Hediye Yûsif diyar kir ku têkiliyên Rûsya û Tirkiyê û girêdana raste rast a di navbera komên çete û dagirkeriya Tirk di xaka Sûriyê de, dihêle ku rejîma Sûriyê li hemberî sûc û binpêkirinên li ser xaka Sûriyê têne kirin bêdeng be, ji ber ku rejîm ne amade ye deriyên din ji şeran li Sûriyê vedike.

ARMANC PÊKANÎNA PLANÊN TIRKIYÊ YE Û NE ÇARESERKIRINA ALOZIYA SÛRIYÊ YE

Der barê armancên rasteqîn ên dagirkeriya Tirkiyê de Hediye Yûsif wiha got: "Êdî diyar e ku dagirkiriya Tirkiyê ya li xaka Sûriyê ne ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ye û vegera koçberên Sûriyê ye weke îda dikin, lê belê ji bo pêkanîna armanc û planên dagirkirinê ye. Tiştê ku li herêmên Sûriyê yên dagirkirî rû didin, armanên rasteqîn ê li pişt desteka Tirkiyê ji komên çete li Sûriyê re eşkere dike."

Hediye bal kişand ser binpêkirinên dagirkeriya Tirk û wiha dom da axaftina xwe: "Dagirkeriya Tirk mîras û şûnwarên herêmên dagirkirî talan dike û derbasî Tirkiyê dike. Armanca wê ya ji vê yekê helandina dîroka herêmê, guhertina demografiyê herêmên ji Efrînê heta Serêkaniyê û Girê Spî ye. Dewleta Tirk dixwaze armancên xwe bi rêya hedefgirtina çanda gelan û çandên civakî, derbekirina ol û mezhebin ku bi hev re jiyan dikin, ferzkirina îslmam, belavkirina fire tundraw û ferzkirina meteryalên xwe di dibistanan de pêk tîne."

GUHERTINA ÇANDA CIVAKÊ Û ŞÊWAZÊN JIYANÊ

Hediye Yûsif îşaret bi siyasetên plankirî ku dagirkeriya Tirk ji bo guhertina çanda civakê û şêwazê jiyanê dimeşîne kir û ev tişte anî ziman: "Dagirkeriya Tirk bi rêya ferzkirina îslama tundraw li ser şêniyan û astmosfêra mîna DAIŞ‘ê ku li herêmên dimeşand armanc dike ku çanda civakê û şêwazê jiyanê biguhere, di encamê de nasnameya çanda gelan, ji ziman û edet û kevneşopî ji holê rake, ev yekê dê bandorê li gelemperiya Sûriyê bike. Ev kiryar û binpêkirinên palnkirî di çarçoveya siyaseta guhertina demografî û jeografî, şêwazê jiyan de ku di encamê de xaka Sûriyê tev li Tirkiyê bike."

HEWLDAN Û HEVDÎTINÊN DÎPLOMATÎK ÊN ZÊDE DI ALIYÊ NAVNETEWEYÎ JI BO DOZA EFRÎNÊ YE

Der barê çalakiyên diplomatik ên girêdayî Efrînê û hewldanên rizgarkirina wê, Hediye wiha got: "Di pileya yekemîn de em giraniyê didin xebatê teşhîrkirina dagirkeriya Tirkiyê û eşkerekirina binpêkirinên wê yên li dijî şêniyan li Efrîna dagirkirî. Di vê mijarê de belgeyan pêşkêşî civaka navneteweyî dikin."

Her wiha anî ziman kir ku wan di vê çarçoveyê de çalakiyên dîplomatîk zêde kir, bi gelek dewletên herêmê re dan û standin tên kirin, her wiha hewldanên gihandina dan û standinan bi rejîmê re didomin.

Her wiha îşaret bi lidarxistina gelek konferansan û kongreyên navneteweyî ji bo Efrînê û amadekirin û şandina dosyan û belgeyan bi wêne û dîmenan û plançoyên binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê ji civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî navneteweyî de, kir.

Hediye Yûsif teqez kir ku mijara rizgarkirina Efrînê û vegera şêniyên wê yên resen navnîşana sereke ya hemû hevdîtinan û xebatên dîplomatîk in û got: "Em dibînin ku rizgarkirina Efrînê kilîta rizgarkirina tevahî xaka Sûriyê û çareserkirina aloziya herêmê ye. Em dikarin bêjin ku rêveberiya li herêmê pêşketinek di aliyê dîplomatîk der barê Efrînê de pêk anî û dê ji bo gihandina armanca sereke xebatên xwe bidomînin."

Hediye Yûsif di berdewama axaftina bal kişand ku rizgarkirina Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê û pêşeroja Sûriyê mijara sereke di nîqaşên wan de bûn û got: " Xebatên me li ser esasê pêkanîna demokrastiyê tê meşandin da ku bighêjin çareseriyekê ji vê aloziyê re. Ji ber vê yekê divê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di xebatên amadekirina destûra bingehîn a Sûriyê ya nû hevkarekî esasî be."

DI BERXWEDANÊ DE BERDEWAM IN HETA VEGERA EFRÎNÊ LI WARÊ WAN

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Efrînê Hediye Yûsif di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Berxwedana Serdemê di pêvajoya duyemîn a berdewam e, dê xeta têkoşînê bilind bikin heta Efrînê rizgar bibe û bi garantî û parastina navdewletî şênî vegerin warê xwe.

(jo)

ANHA


Mijarên Din