Hebîb: Destûra ku bi destên derve saz bibe, dê welêt parçe bike

Cîgirê seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Hikmet Hebîb, got: “"Dewletên misogerker" bi rêya mudexeleyên xwe yên leşkerî aloziya Sûriyê kûr kirine. Komîteyên destûrî yên ku "Misogerkerên Astanayê" behsa wê dikin, komîteyên ku li gorî pîvanên wan hatine çêkirin e. Ew jî ji nûnertiya gelê Sûriyê, dûr in.”

Roja Duşemê dewletên “misogerkerên” aloziya Sûriyê, Tirkiyê, Îran û Rûsya civiyan. Ew dewlet behsa avakirina komîteya destûrî yan jî ji nû ve sazkirina destûra sûrî, dikin. Şopdarên rewşa Sûriyê texmîn dikin ku hersê dewlet di  civîna xwe de dê girîngî bidin destûra Sûriyê.

Cîgirê seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Hikmet Hebîb, diyar kir ku "Misogerkerên Astanayê" aloziya Sûriyê kûr dikin û xeteriyek mezin li ser Sûriyê çêdikin.

Hebîb destnîşan kir ku "Misogerkerên Astanayê" bi destwerdanên xwe yên leşkeri, dibin sedemê sereke yê kûrbûna aloziya Sûriyê. Hebîb got: “Mudexeleya wan aloziya Sûriyê girêktir kir. Ji ber ku niyeta wan dewletan ne çareseriya aloziya Sûriyê ye. Civînên wan ne ji bo “herêmên bêçek” in. Ew ji bo parvekirina hegemoniya xwe ya li herêmê li hev dicivin. Ev jî aloziya Sûriyê girêktir û gurtir dike û Sûriyê ber bi parçebûnê ve dibe."

Hebîb tekez kir ku encamên wan civînan armanca Tirkiyê, Îran û Rûsyayê di dirêjkirina hegemoniya xwe de diyar dike û wiha pê de çû: "Axaftina wan li ser komîteya destûrî vî tiştî tekez dike. Di civînan de ti nûnertiyek rastîn ji gelê Sûriyê re tune ye. Ev jî destûra Iraqî ya ku bi destên derve hate sazkirin û parçekirina Iraqê, tîne bîra me.”

Hebîb, destnîşan kir ku komîteyên destûrî yên ku "Misogerkerên Astanayê" behsa wan dikin, li gorî wan dewletan hatine sazkirin û ji nûnertiya gelê Sûriyê dûr in. Hebîb axaftina xwe wiha domand: “Lewra pêkhateyên Sûriyê ji wan komîteyan û sazkirina destûrek ji bo Sûriyê dûr in. Ew nûnertiya sûriyan nakin.”

Hebîb, nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên rejîma Sûriyê yên li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), ku bi hezaran şehîd di şerên li dijî DAIŞ`ê dane, da.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din