Havîn hat û dewleta Tirk dîsa li ser çemê Firatê dilîze

Dewleta Tirk a dagirker dîsa bi asta ava çemê Firatê dilîze. Ev kiryar ji bo şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rê li ber karesateke mirovî vedike. Li alîyekî ava vexwarinê kêm dibe, li aliyekî din jî saetên dayîna kehrebe kêm dibin. Her wiha zeviyên çandiniyê yên li qiraxa çem dikevin xeteriyê.

Dewleta Tirk a dagirker ji beriya du hefteyan asta derbasbûna ava çemê Firatê kêm kir. Ji ber vê sedemê dibe ku di çend mehên bê de kareseteke mirovî di tevahî qadên jiyanî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbibe.

TIRKIYE BI QUTKIRINA AVÊ ŞERÊ GELÊ SÛRIYÊ DIKE

Bi hatina havînê û bilindbûna pileya germê û mewsimê çinînê re dewleta Tirk a dagirker careke din bi zanebûn asta ava çemê Firatê ji sedî 60 kêm kiriye.

Çemê Firatê reha jiyana bi milyonan şêniyên herêma Firatê yên  bakurê Sûriyê û herêmên din ên mîna Reqa û Dêrazorê ye. Di heman demê de ava vexwarinê dide duyemîn mezintirîn bajarê li Sûriyê anku Helebê.

Qiraxa çemê Firatê di du rojên dawî de bûye erdekî zuha. Di du hefteyan de firehiya wê li têketina çem a xaka Sûriyê nêzî bajarê Cerablusê ji 4 km daket 2 km.

Hevserokê Mûdîriyeta Avê ya kantona Kobanê Xelîl Hesen diyar kir ku hawizên avê yên ku av dida gelek bajaran niha vala ne, dema asta avê bilind dibû bi xwe tijî dibû. Hesen anî ziman ku ew dixebitin da ku hilmijên avê di orta herkînê de bişixulînin lê ji ber kêmbûna avê kehrebe jî tuneye, ev yek bandoreke mezin li dana avê ji bo şêniyan dike.

‘DI DEMÊN BÊ DE SAETÊN KEHREBE KÊM DIBIN‘

Dewleta Tirk niha derdora kêmtirî 200 metre kabik di saniyekê de avê berdide. Di havîna 2017‘an de rêjeya berdana avê di saniyekê de dighişt 100 metre kabik.

Rêveberê Giştî yê Bendava Tişrînê ku duyemîn mezintirîn bendav li Sûriyê ye Mihemed  Terbûş  diyar kir ku pêwîstiya bendavê ya berdana avê bi 300 mître kabik di saniyekê de ye, ji bo ku kehrebe derxîne da ku karibe herî kêm turbine ji bendava Tişrînê yan jî bendava Firatê bi hêza 205 MW/h.

Li gorî peyama derbarê çemê Firatê ya sala 1977‘an de ya di navbera Sûriyê û Tirkiyê de hatibû îmzekirin, dê Sûriyê 500 metre kabik di saniyekê de ji av çem werbigire anku 2 hezar û 500 bermîl.

Terbûş got: "Kêmbûna avê xeteriyên qutkirina kehrebe zêdêyî 12 saetan di rojekê de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdike. Heger asta kêmbûna avê dewam kir em ê li pêşberî xeteriyeke rasteqîn rû bi rû bimînin ku dê bandore li şênî û deverên aktîv bike . Heger em tûrbînan ji ava golan bişuxulînin ev têra hefteyekê tenê dike."

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 bendav li ser çemê Firatê hene ku dirêjehiya çem di xaka Sûriyê de 600 km ye. Bendava Tişrînê li başûrê rojavayê bajarê Minbicê, bendava herî mezin a li Sûriyê, bendava Firatê ya li bajarê Tebqayê bi golên wê têra 14 milyar mitre kabik av dike û bendava Huriya li bajarê Teqayê.

6 bendavên li Tirkiyê beriya ku ava çemê Firatê derbasî Sûriyê avê dibe. Di nav de bengava Ataturk ku duyemîn mezintirîn bendav li Rojhilata Navîn e, 48 milyar metre kabik avê depo dike.

KÊMBÛNA AVÊ BI HEZARAN ZEVIYÊN ÇANDINIYÊ DIXE XETERIYÊ

Li gorî komîteyên çandiniyê yê gelek derverên herêmê,  çemê Firatê avê dide derdora 400 hezar zeviyên çandiniyê yên genim, bax û baxçeyên darên fêkiyan ên li rex çemê Fiatê.

Cotkar Mustefa Şerîf ê ji gundê Boraz ê rojavayê bajarê Kobanê dibêje: "Li gundê 150 hektar zevî ava xwe ji çemê Firatê digire. Li cem min dar hene pêwîstiya wan bi avdanê heye da ku sûkê geş bike. Lê diyar e ku dewleta Tirk av li ser me qut kir. Ev yek dê bandoreke neyinî li ser berhema xwecihî bike ku rêgeza xwetêrkirina avê dike. Heger rewş wisa dewam bike wê zebze û fêkî li sûkan tunebin."

XIZANÎ Û BÊKAR ZÊDE DIBE

Av jêdereke aktîv e ku di her qadan de tê bikaranîn. Di 5 salên dawî de dewleta Tirk di çarçoveya şerê taybet de bi zanebûn her havîn ava çemê Firatê li ser Sûriyê qut dike.

Derbarê hejmara masîvanên ku karê xwe li dirêjehiya çemê Firatê  yê Sûriyê dikin de daneyên zelal nîne. Lê bi sedan masîvan ên ku bi rêbazên rewa û ne rewa nêçîrtiya masiyan dikin. Ji ber telefbûna masiyan bê zar man, piştî ku av kêm bû, her wiha di rewşên jiyanê yên zehmet de bê kar man. Li aliyekî din jî kêmbûna asta avê ziyan giand berhema masiyan.

GELO DÊ SENAROYA 2017‘AN DÛBARE BIBE

Sala 2017‘an, bi taybet di meha Remezanê de hikûmeta Tirk ava çemê Firatê bi temam li ser Sûriyê qut kir. Bi vê yekê asta avê daket ku dibe karesetekê bi xwe re bîne. Nemaze ku herkîna çem zûha bû û bi milyonan masî telf bûn.

Li aliyekî din metirsiyên şêniyên ku malên wan li rex çem e zêde dibe heger ji nişkê ve av were berdan û malên wan di bin avê de bimînin. Sala borî di enama lîsta Tirkiyê bi asta avê, bi dehan malên gundên rojavayê bajarê Kobanê di bin avê de man.

ANHA


Mijarên Din