Hatin û dîtin

Halil Cemal

Di 9'ê Cotmeha 2020'an de li Bexdayê bi serokatiya serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî têkildarî Şengalê civînek hate lidarxistin. Nûnera sekretera giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Îraqê Jeanine Hennis, şandeya PDK'ê û hin nûnerên êzidî beşdarî civînê bûn û di bin sernavên rêveberî, ewlekarî û ji nû ve avakirinê de li ser “Nexşerêya Şengalê” hin biryar dan.

Di 12’ê Cotmeha sala 2020’an de li Hewlêrê kombûnek çêbû û tê de serokê Iraqê Berhem Salih, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî û her wiha cîgirê serokê herêma Başûr Mistefa Seyîd Qadir beşdar bûn.

Li dijî peymana Şengalê piraniya êzidiyan, bi taybet gel û saziyên Şengalê, îlan kir ku ew ê hemû biryar û pratîkên li ser wan hatine ferzkirin, qebûl nekin. Anku êzidî û dostên wan ev peyman wek temamkirina kiryarên DAIŞ’ê bi nav kir. Hemû pêkhateyên KCK'ê, nemaze PKK'ê û hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji bo rizgarkirina Şengalê ji dagirkeriya DAIŞ’ê û bidawîkirina qirkirina li ser gelê Kurd şer dikin, dijberiya xwe ji vê peymanê re ragihand û wek jenosîdeke nû bi nav kir. Hêzên Heşdî Şabî jî ku di çarçoveya peymanê de wek hedef hatin nîşandan, eşkere kir ku ew li dijî vê peymanê ne.

Hikumeta çete ya AKP/MHP'ê ya faşîst got ew destekê didine peymanê û dixwazin vê pêkhatina vê peymanê bibînin, li gel vê jî NY, DYA, Fransa û Almanyayê kêfxweşiya xwe nîşan da û xwest hewcehiya peymanê di zûtirîn demê de pêk were. Ev peyman bi ferzkirina dewleta Tirk a bi DYA’yê re derketibû holê û çawaniya pêkanîna wê jî hîna di rojevê bû lê Hewlêr û Enqereyê ji bo pêkanîna peymanê dest bi pêvajoya hevdîtinan kir. Hevdîtinên di navbera çeteyên faşîst ên AKP/MHP'ê û PDK'ê de dest pê kir û mijarên wekî ne tenê Şengal, her wiha Mexmûr, Herêmên Parastinê yên Medyayê û format û qada êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Bi van hevdîtinan re jî aliyên nêzî PDK’ê got ev gavên ku li gorî peymana Şengalê diavêjin, ji bo “çav girêdanê” ne.

Hikumeta çete ya faşîst a AKP/MHP'ê gavên ji 9'ê Cotmeha 2020'an heta 19'ê Çileya 2021'an ji bo bicihanîna peymanê têr nedîtin û heyeteke şer şand Bexda û Hewlêrê. Piştî vê serdanê bi pêşengiya fermandarê qaşo yê hêzên dagirker û serokê MÎT'ê li gel wezîrê şer Hulusî Akar gelek hewldanên hêzên dagirker çêbûn. Heyet li Bexdayê bi protokola desthilat û dewletê re hate cem hev û li Hewlêrê li şûna rayedarên hikumetê, tenê bi Barzaniyan re rûnişt. Piştî hevdîtinê MÎT'ê destek ji hikumeta Kazimî dixwest negirt û bi teqandina bombeyan li Bexdayê gef li hikumeta Iraqê xwarin û di wan teqînan de bi dehan kes hatin kuştin.

Bi van dan û standinan re PDK'ê dest bi bicihkirina hêzên "Roj" û "Gulan" li derdora Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Ambargoya Mexmûrê hat şidandin û êrişên li hemberî Mexmûrê hatin zêdekirin . Serkêşê çeteyên faşîst Erdogan û ewareyên wî jî bi galegalên "Dibe ku şevekê em ji nişka ve werin" dest bi şerê psîkolojîk kir. Di rastiyê de ev galegal jî îfadeyên tenêtiyê bûn. Ji ber ku hêzên faşîst li bendê bûn ku PDK û hikumeta Kazimî bi vê galegalê êrişê bi rê ve bibin lê bi xwe jî qebûl kir ku neçar e vî karî xwe bike.

Serçeteyê faşîst Erdogan çend roj berê ragihandibû ku dê 10'ê Sibatê roja çarşemê mizgîniyekê bide. Û wê sibeha çarşemê li çiyayê Garê yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê êrişeke dagirkeriyê dest pê kir. Serfermandarê faşîst ê ku bi êrîşa 10'ê Sibata 2021'an roja çarşemê encam negirt, qaşo mizgîniya 'çûna Hevyê' di sala 2023'yan de da. Ji ber ku di encama berxwedana xurt a gerîlayên HPG'ê de hêzên ku xwest Garê dagir bike, bi têkçûneke mezin re rû bi rû man. Dagirkerên ku bi 40'î zêdetir balafirên bombebaranê, bi dehan balafirên bêmirov û helîkopteran ketin herêmê, piştî hewldaneke 4 rojan neçar man ku "şevekê ji nişka ve" vekişin. HPG'ê rûdanên lezgîn ji raya giştî re parve kirin. Raya giştî ya Kurd û demokratîk li dijî deformasyona faşîzmê, ji aliyê Navenda Ragihandinê ya HPG'ê ve yekser hat agahdarkirin.  Bi gotineke din, çeteyên AKP/MHP'ê yên faşîst, ji ber ku ne tenê ji aliyê leşkeriyê ve, li qada ragihandinê jî li dijî dagirkeriyê berxwedan çêbû, nekarîn rastiyan reş bikin.

Ji ber vê yekê, ji bo ku têkçûna vê êrişê veşêrin ku bi hêvî û xeyalên mezin dest pê kir, îcar dest bi derewên nû kirin. Çeteyên faşîst ên ku dixwest tevahiya Garê dagir bikin jî di vê êrişê de xwedî roleke taybet bûn.

Kampa dîlgirtiyan a HPG'ê jî li Garê bû û ji ber van girtiyan, timî serê çeteyên AKP/MHP'ê yên faşîst diêşiya. Ji ber vê yekê, li gorî wan yekane rêya çareserkirinê, bi yekcarî helkirina vê pirsgirêkê bû, anku qetilkirina girtiyan. Li gorî vê yekê, Hulusî Akar û çeteyên wî li gorî armanca vê êrişê mîsyoneke serkeftî pêk anî.  HPG'ê ragihand ku hin girtî hatine rizgarkirin, lewma divê mirov jê re bibêje serkeftineke nîvçe. Ne karîn dagir bikin, ne jî girtî bi temamî bên kuştin. Ji ber vê yekê mizgîniyek tune bû ku bidin. Ji ber vê yekê propagandaya faşîzmê a reş dest pê kir. Çapemeniya berdevka faşîzmê dest pê kir qala kuştina welatiyên sivîl ên bêçek kir. Belê, komkujiyek heye. Û yên ku fermana êrişê da û bi rê ve bir jî, berpirsên wê ne anku serokê faşîst Erdogan û Hulusî Akar in. HPG'ê ragihand ku kampa girtiyan ji roja destpêkê ya êrişê ve di bin êrişeke giran de ye. Malbatên dîlgirtiyan banga "sekinandina êrişê" kir.

Di encamê de faşîzma AKP/MHP'ê bi têkçûneke herî mezin a dîroka xwe re rû bi rû bû. Dîktatoriya faşîst ku xwe dispêre gotinên wezîrê propagandayê yê Naziyan Gobbels; “Heke hûn dereweke pir mezin bikin û dubare bikin, di dawiyê de dê mirov dest bi bawerkirinê bikin” hewl dide bi dereweke mezintir û bi dereweke mezintir têkçûna xwe veşêre û li ser HPG'ê bihêle û bi gotina “Em ê biçine ser Heyvê” hewl dide vê rastiyê veşêre. Medyaya Tirk dixwaze civakê di bin bombebarana şerê taybet de bihêle û vê derewê careke din bide bawerkirin. Yanî dijmin dixwaze bi feraseta ku wê bi rêya çapemeniyê biafirîne, encamê bi dest bixe ku ew encam bi êrişa leşkerî nekarî bi dest bixe. Dema ku ruhê Gobbels di medyaya Tirk de ji nû ve zindî dibe, divê gotina pêşiyan a “Dûvika derewan kurt e” jî neyê jibîrkirin.

Dijminê faşîst xwest di vê 15 'ê Sibatê de jî xwest bi êrişa dagirkeriyê ji Garê ber bi Şengal'ê ve, nûçeyeke reş bide Kurdan lê belê dîsa her wekî gotina pêşiyan “pirça dehşikê da ser pişta kere”. Di rojên bê de jî em ê bibînin bê ka “pirça dehşikê” çi ye. Me di gotara xwe ya berê de jî gotibû “Heke werin, dê bersiva xwe jî hilînin”. Belê, hatin û dîtin. Lê di heman demê de "êşa birînê" jî heye. Xuya ye wezîrê karên hundir ê faşîst Soylu ev êş baş hîs kiriye û xwe digevizîne. Her çend “Bitirî ji gayê cot re namîne” jî, divê mirov ji bîr neke ku ev faşîzma çavsorbûyî, dikare êrişkariya xwe zêdetir bike.

Encamên serkeftina Garê jî nîşan da ku hêzên ku hemû amadekariyên xwe ji bo berxwedanê kirine, tevî hêza mezin a dijmin jî, dikarin wan têk bibin. Divê erka bingehîn a serdema pêş ew be ku azadiya Rêbertiya me were mîsogerkirin. Û gelê Kurd û gerîla jî xwedî wê hêz û îradeyê ne.


Mijarên Din