Hamid El-Ferec: Tirkiye aloziya xwe ya hundirîn derbasî derve dike

Serokeşîrê Welda û Hevserokê Meclisa Qanûsaz a Tebqayê Hamid Abdulrehman El-Ferec got: “Tirkiye bi destwerdanên xwe yên di Sûriyê de armanc dike ku hêza xwe xurt bike û projeya Îxwam Mislimîn berfireh bike.  Tirkiye aloziya xwe ya hundirîn derbasî derve dike.”

Serokeşîrê Welda û Hevserokê Meclisa Qanûsaz a Tebqayê Hamid Abdulrehman El-Ferec girêdayî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa me ANHA‘yê re axivî.

El-Ferec hemû îdîayên Tirkiyê yên girêdayî parastina ewlehiya wê ya netewî derewand û wiha got: “Armanc destdirêjiya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

Hamid El-Ferec bûyera xistina balafiran Tirkiyê li esîmanê Lîbyayê ya di dawiya meha Hezîranê de bi bîr xist û wiha got: “Balafira Tirkiyê jîngehên Terablusê ya paytexta Lîbyayê kir hedef, hejmarek sivîl hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn. Li gel wî jî desteka leşkeri, lojîstîk û perwerde dide milîsên tundraw ên li Lîbyayê. Ev hemû hatine  belgekirin û piraniya malperên nûçeyan weşandin.”

El-Ferec di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser destekdayîna AKP‘ê ya bi Partiya Edalet û Avakar a Lîbyayê: “Tirkiye van kiryaran dike da ku destwerdanê di Lîbyayê de bike. Bi taybet piştî hilweşandina sîstema Îxwan El-Muslimîn li Misrê.”

Hamid El-Ferec îşart pê kir ku Tirkiye bi serkêşiya AKP ‘ê hewl dide kirîzên xwe yên hundirîn derbasî derve bike û bala gelê xwe bikşîne derve da ku binketina xwe ya aborî û siyasî bi taybet piştî windakirina hilbijartinên şaredariya Stenbol û Enqereyê binuxmîne.  El- Ferec got: “Piştre aloziya kirîna pergala S 400 a ku welat li hember NATO û Amerîka rû bi rû hişt. Amerîka ceza li ser Tirkiyê ferz kir destpêkê Tirkiyê ji kirîna pergala F 35 mehrûm kir, pîlotên tirk ên ku li ser balafirên amerîkî perwerde dibûn ji Amerîkayê hatin qewitandin.”

Derbarê gefên dawî yên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hewldana wê ya vejandina serdama Osmanî  El-Ferec ev tişt got: "Ev tiştek ne gengaze pêk were. Serdema Osmanî û dagirkeriyê derbas bû, dema berxwedan û fedatiyê hatiye. Hêzên Sûriyeya Demokratîk hêzeke leşkerî ye û Meclisa Sûriyeya Demokratîk sîwana wê ya siyasî ye berxwedanê dimeşin û fedatiyê dikin. Hemû eşîr û pêkhateyên Sûriyê dagirkeriya Tirk û destwerdanên wê yên di dewlên herêmê de red dikin, soza rizgarkirina deverên dagirkirî di serî de Efrîn, Cerablus, Bab û Ezazê ji çete û dagirkeran didin."

(bb)

ANHA


Mijarên Din