​​​​​​​Hamîde Yîgît: Dewleta Tirk li Idlibê xwe ji şerê bereyî re amade dike

Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît krîzên li Idlib û Lîbyayê nirxandin û destnîşan kir ku dewleta Tirk sewqiyateke zêde ber bi Idlibê ve dişîne û amadekariya şerê bereyî dike.

Dewleta Tirk a dagriker ji bo ku li Rojhilta Navîn armancên xwe pêk bîne, tevahî polîtîkayên xwe yên qirêjî dimeşîne. Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît pevçûnên ku piştî civîna sêalî zêde bûne, sewqiyatên zêde yên dewleta Tirk ên ber bi  Idlibê ve û krîza Lîbyayê ji ANHA’yê re şîrove kirin.

Hamîde Yîgît diyar kir ku piştî hevpeymana Moskovê di 5’ê Adarê deli Idlibê agirbest hate îlankirin lê belê dewleta Tirk şertên agirbestê pêk neanîn û dewleta Tirk nikare komên çete yên tundraw kontrol bike û got: “Komên cîhadîst ji ber îmzekirina agirbestê ji aliyê dewleta Tirk ve, ne razî bûn û biryar dan ku nehêlin dewriye pêk bên û li dijî dewriyeya Rûsyayê êriş pêk anîn. Van koman piştre berê xwe da dewriyeyên artêşa dewleta Tirk. Bi vê yekê Tirkiye kete nava pêvajoyeke birîz. Ji aliyekê ve nikare cîhadîstan kontrol bike, ji aliyekî din ve jî sozên xwe pêk nayne. Êrişên cîhadîstan ên li dijî artêşa hikumeta Sûriyê dewam kirin.”

LI HEMBER LÎBYAYÊ HEMLEYA IDLIBÊ

Hamîde got Rûsya li gel krîza li Idlibê ji bo Lîbyayê jî bi dewleta Tirk re ketiye rikeberiyê û wiha pê de çû: “Baregeha Watiye ya li rojhilatê Lîbyayê, ji hêla hêzên hikumeta Wîfaqê ve bi desteka Tirkiyê hate zeftkirin. Piştre jî Rûsyayêli dijî Idlibê dest bi êrişên hewayî kir ku ji agirbesta 5’ê Gulanê heta wê demê tu tevgerên leşkerî pêk neanîbûn. Ev yek, li dijî kaxeza Tirkiyê ya Lîbyayê, hemleyeke Idlibê bû.”

 ‘SEWQIYAT AMADEKARIYA JI BO ŞERÊ BEREYÎ NE’

Hamîde Yîgît got dewleta Tirk li Idlibê xwe ji şerekî bereyî re amade dike û wiha axivî: “Piştî agirbestê cara ewilî balafirên şer ên Rûsyayê li herêma deşta El-Xab komên çete bombebaran kirin. Eniyên heta bejahiya  bakurê Laziqiyê bombebaran kirin. Her wiha artêşa Sûriyê jî dest bi sewqiyateke zêde kir. Ev tevger nîşan didin ku şerê mezin ê Idlibê nêzîk dibe.”

Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît destnîşan kir ku krîzênLîbya û Idlibê ji hev qut nîn in û Rûsyayê bi zanebûn dosyayên Idlibê û Lîbyayê vekirine û rikeberiya her du aliyan dewam dike. Hamîde diyar kir ku têkildaîr Lîbyayê helwesta Rûsyayê xuya ye û got: “Rûsya dixwaze pêşveçûna hêzên hikumeta Wîfaqê ya ber bi rojhilatê welêt ve bisekine ku ev yek bi desteka dewleta Tirk a ji Wîfaqê re pêk tê. Lê Îranê destnîşan kir ku destekê dide Tirkiyê ku di troykaya Astanayê de cihê xwe digire. Rûsya dixwaze krîza Lîbyayê û ya Idlibê bi hev re bîne ser maseyê.  Rûsya dixwaze Îran di navberê de cih bigire û hem dosyaya Lîbya-Iblidê bidomîne, hem jî hevdîtinên Astanayê yên sêalî dewam bikin.”

 ‘PÊVAJOYA SÛRIYÊ LI LÎBYAYÊ DUBARE DIBE’

Hamîde îşaret pê kir ku her ku li Lîbyayê alozî zêde dibe, krîza li Idlibê jî girantir dibe û DYA di ser hebûna dewleta Tirk re daxilî krîza Lîbyayê dibe. Hamîde got DYA naxwaze pêvajayo Lîbyayê Rûsya bi rê ve bibe û wiha dewam kir: “Pêvajoya Sûriyê li Lîbyayê dubare dibe. Rûsya dixwaze Tirkiyê li cem xwe bigire û nehêle DYA di ser Tirkiyê re ji xwe re li Lîbyayê pozîsyonekê çêke. Ji bo ku Tirkiyê li cem xwe bigire jî, li şûna ku Tirkiyê ji ber pêkneanîna şertên agirbesta li Idlibê tengav bike, pêvajoyê dirêj dike û ji bo Idlibê tawîzan dide. Lê Rûsya li Lîbyayê hêzeke xurt e ku xetên sor destnîşan dike.”

 ‘DEWLETA TIRK BI RÊXISTINÊN TERORÊ RE YE’

Hamîde Yîgît bi bîr xist ku Heyet Tehrîr El-Şam wek rêxistineke teroroîst tê zanîn û dewleta Tirk li Idlibê bi van çeteyan re tev digere. Hamîde Yîgît wiha lê zêde kir: “Tirkiye li Idlibê bi cîhadîstan re ye. Tirkiye xwe ji Heyet Tehrîr El-Şam dûr naxe û ji ber vê yekê jî krîz derdikeve. Rûsya di vî alî de pir zêde tawîzan nade Tirkiyê û wisa xuya dike ku dê nede jî.”

ANHA


Mijarên Din