Guterres : Em banga lihevhatina der barê herêma ewle de dikin

Sekreterê giştî yê Netewyên Yekbûyî Antoni Guterres  bang li aliyan kir ku derbarê herêma ewle li bakurê Sûryê de lihev bikin da ku tu pevçûnên nû çênebin.

Guterres  di civîneke çapemeniyê de bersiva pirsên rojnamevanan a der barê herêma ewle de da, bi taybet piştî hevdîtina di navbera şandêrê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey û wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hilusi Akar ya hefteya bihûrî.

Guterres  got ``Em bang li hemû aliyan dikin ku der barê mijarê lihev bikin, da ku tu pevçûnên nû çênebin``.

 

 

 


Mijarên Din