Guterres avakirina komîteya destûrê ya Sûriyê ragihand

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonio Guterres avakirina komîteya destûrî ya Sûriyê ragihand.

Li gor Reutersê; Guterres wiha got, Neteweyên Yekbûyî dê xebatên xwe li Cinêvê pêk bîne û daxuyand ku, komîte di çend hefteyên bê de li hev bicive.

Li gor plana NY’yê, divê di komîteya destûrî ya Sûriyê de 150 endam hebe. 50 ji kesên rejîm vebijêre, 50 ji opozîsyonê û 50 jî nûnerê taybet a NY’ê vebijêre, her wiha dê nêrînên pispor û nûnerên civaka sivîl di ber çavan re bêne derbaskirin.

(fr)


Mijarên Din