Gundên Tirbespiyê tên topbarankirin, QSD‘ê bersivê dide

Artêşa Tirk a dagirker gundewarên bakurê navçeya Tirbespiyê bi çekên giran topbaran dike, şervanên QSD‘ê jî bersiva êrîşan didin.

Dagirkeriya dewleta Tirk gundên Mela Ebas, Til Xatûn û Dêrna Qulinga ên bakurê navçeya Tirbespiyê ku piraniya niştecihên wê Êzidî û Suryan in bi çekên giran topbaran dikin.

Nûçegihanê me navçeyê ragihand gelek top li gundê Til Xatûn ketine, bêyî ku ziyanên canî çêbibin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk bersiva jêdera êrîşan dide.

(bb)

ANHA


Mijarên Din