Gundên Amêdiyê hatin bombebarankirin

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di nava 35 kêliyan de, 7 caran gundên Amêdiyê bombeban kir.

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike.  Li gorî nûçeya Rojnewsê ku îro saet 12:20’an carek din balafirên şer yên artêşa Tirk a dagirker, bajarokê Pîruzana a ser bi Amêdiyê ya ser bi Dihokê û gundên Amêdiyê bombebaran kir.

Balafirên artêşa Tirk di nava 35 kêliyan de 7 caran bajarok bombebaran kirin. Heta niha tu agahî der barê ziyanan de nehatine bidestxistin.


Mijarên Din